FED-MED'ê ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir

FED-MED'ê ji bo darizandina rayedarên dewleta Tirk ên çekên kîmyewî bi kar tînin, bal kişand ser meşa 13'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê û banga tevlîbûnê kir.

FED-MED'ê diyar kir, dewleta Tirk ku ji aliyê leşkerî ve nikare gerîlayên Kurdistanê têk bibe, li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çekên kîmyewî yên ku li qada navneteweyî hatine qedexekirin bi kar tîne û bi vî rengî dixwaze encamê werbigire.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Vê yekê jî li pêş çavên cîhanê dike. Hêzên navneteweyî û saziyên dijberê şer, ku li devereke din a cîhanê li hemberî bûyereke tundiyê ya biçûk radibin ser piyan û qiyametê radikin, li hemberî vê kiryara li dijî mirovahiyê ya li Kurdistanê bêdeng dimînin, xwe kerr, kor û lal dikin.

Bi navê Kurdistaniyên li Ewropayê dimînin, ji bo dawî li van kiryarên li dijî mirovahiyê bê anîn, ji bo dewleta Tirk a mêtinger bê cezakirin, em dixwazin saziyên pêwendîdar bi berpirsyarî tevbigerin.

Li ser vê bingehê em dibêjin ku di vê pêvajoya dîrokî de, gerîlayên Kurdistanê yên li dijî mêtingeriyê li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya Kurdistanê bi lehengî li ber xwe didin bi tenê nîne. Gelê Kurd tevî dostên xwe wê li dijî van kiryarên hovane yên dewleta Tirk her tim li ser piyan bin û li qadan bin. Heta ku dawî li van êrişên hovane û li derveyî mirovahiyê bînin em ê çalakiyên xwe dewam bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 13'ê Mijdarê roja Şemiyê wê li bajarê Dusseldorfê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî meş û mîtîngeke girseyî bê lidarxistin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, dostan û alîgirên rûmeta mirovahiyê hate kirin ku tevlî vê meşê bibin.