Endamên YJK-S: Çav û guhê me li ser Îmraliyê ye

Vê hefetyê endamên Yekîtiya Jinên Kurd a Siwîsreyê (YJK-S) çalakiya rûniştinê ya ji 25’ê Kanûnê ve her Çarşemiyê didome, dewr girtin.

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan ya li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê ku bi armanca daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin didome.

Vê hefetyê çalakiya rûniştinê ya ji 25’ê Kanûnê ve her Çarşemiyê didome, endamên Yekîtiya Jinên Kurd a Siwîsreyê (YJK-S) dewr girtin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna di serî de fermandarên fedayî Cûmalî Çorûm, Çavrê Kamûran, Dilvîn Dalaho, Amara Cûdî û Mahîr Kop ên ku 5’ê Cotmehê di encama gazên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li ser tunelên şer ên Werxelê bikar anîbû de şehîd bûbûn, hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpêkir.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Salîh Saglam axaftina xwe bi bîranîna di şexsê Cûmalî Çorûm de hemû şehîdên Têkoşîna Azadiyê destpêkir. Saglam diyar kir ku ewê li hemberî sûcên şer û mirovatiyê yên bi êrişên çekên kîmyewî gelê Kurd dikin armanc, li her devera ku lê ne wê xeta berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla esas bigirin û li dijî hêzên komkujkar bisekinin.

Piştre Berdevka YJK-S’ê Selma Surer û Hevserokê Civaka Kurd a Demokratîk ya li Swîsreyê Îsmaîl Kardaş jî her yek axaftinek pêşkêş kirin.

Selma Surer îşaret bi dewleta Tirk a dagirker û komkuj ku li hemberî berxwedana bêhempa ya gerîla li Qadên Parastinê yên Medyayê hêza xwe wenda dike kir û got ku ji ber wê yekê dewleta Tirk serî li bikaranîna çekên kîmyewî dide û bi vî rengî rûyê xwe yê komkuj careke din nîşan daye.

Pişt Surer, Îsmaîl Kardaş jî dest bi axaftinê kir û diyar kir, “Yên bi çekên kîmyewî dixwazin nefesa me biçikînin û hêviyên me bişkînin, wê li hemberî berxwedana gerîlayên Kurd ên ku karîn duh li Kobanê bibin hêviya gelên cîhanê bin bikeve.”

Kardaş da zanîn ku îro bi xwedîderketina li berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayan re, wê gelê Kurd ku kariye bibe yekane hêviya mirovatiyê li dijî êrişkariya topyekûn a li ser gelê Kurd  wê li ber xwe bidin û wê li hemberî faşîzmê bi ser bikevin.

Piştî axaftinan gel bera xwe zivirande NY’yê û demek dirêj dirûşme berzkirin.

Piştî ku ji bo tevlêbûna meş û mîtînga 6’ê Mijdarê ku wê li bajarê Baselê bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanî ya Cîhanî were lidarxistin, Kurdistaniyan çalakiya xwe ya rûniştinê domandin.