Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku Kurdistaniyên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dijîn ev nêzî salekê ye li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn destpêkirin didome.
Çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê di şexsê Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel ê ku di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker û qirker li ser Şengalê kirî şehîd bû, bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpêkir.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya li Cenevreyê Salîh Saglam Merwan Bedel bibîr anî û diyarkir ku ewê teşhîrkirina hêzên qirker û hevkarên wan bidomînin.
Saglam bal kişande ser xwedîderketina li pêngava “Dem dema azadiyê ye” û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Em weke Kurdistanî ji meha Çile ve bi xwedîderketina li pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ emê berpirsyariya NY’ê ya li hemberî tecrîda li ser Rêberê bînin bîra wê û bang lê dikin ku demildest bikeve nava tevgerê. Duh dewleta Tirk careke din bi êrîşa xwe ya li ser Şengalê rûyê xwe yê kujer nîşan da. Dewleta Tirk êrîşî wesayîta ku zarok tê de bûn kir û di vê êrîşê de siyasetmedar Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên Kurd, bi êrişên sûîqestê yên li hemberî siyasetmedarên Kurd û bi êrîşên dagirkeriyê yên giştî li ser Kurdistanê ve pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” hatiye hedefkirin.”
Sağlam her wiha diyarkir ku êrîşa bêpîvan a polîsên Hollandayê ya li hemberî çalakiya ciwanên Kurd a 3'ê Kanûnê ya li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li Den Haagê ku lidarxistibûn, ji êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk qute û got; “Em weke Kurdistaniyan emê li dijî êrişên li ser gelê Kurd, Rêberê Gelê Kurd û Kurdistanê emê tim li qadan bin û emê hêzên qirker teşhîr bikin.”
Siyasetmedarê Kurd Metîn Mîntaş ku ji ANF'ê re axivî, banga tevlîbûna çalakiya li dijî dagirkerî, tecrîd û konsepta qirkirinê ya 12'ê Kanûnê ku wê ji aliyê partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên Swîsreyî ve li Cenevreyê were lidarxistin kir.
Mîntaş di dewamê de behsa çalakiya ku wê 12’ê Kanûnê were lidarxistin kir û wiha bang li Kurdistanî û dostên wê kir, “Em bang li Kurdistanî, dostên wê û hemû kesên demokrasîxwaz dikin ku tevlê çalakiya 12’ê Kanûnê ya bi armanca teşhîrkirina dewleta Tirk di qada navneteweyî de bi her cûre belgeyên ku bi rengekî eşkere nîşan dide ku çekên kîmyewî bikar tîne û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê yên ji bo berfirehkirina dagirkeriya li ser Rojava, ku bi pêşengiya dostên Kurdan li Cenevreyê wê were lidarxistin bibin.”