Dewleta Tirk li Kopenhagenê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li Kopenhagenê êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li pêşiya Nûnertiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Kopenhagenê êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li pêşiya Nûnertiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî şermezar kirin.
Kurdên li bajarê Kopenhagen ê Danîmarkayê, bi însiyatîfa Meclîsa Jinê ya Sêvê, li pêşiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi çekên kîmyewî şermezar kirin.
Çalakgeran kincê spî li xwe kirin û dirûşmên "Bêdengiyê bidawî bikin", "Bimire faşîst dîktator Erdogan", "Na ji şerê li Kurdistanê re" qîriyan.
Di çalakiyê de belavokeke hate xwendin û hate ragihandin ku raya giştî ya navneteweyî, hêz û dewletên navneteweyî yên li dijî vî sûcê şer helwestê nîşan nadin, ew jî hevparê vî sûcî ne.