Dewleta Tirk li Elmanya tê protestokirin

Bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser qadên gerîla û bomberdûmana wê ya li ser Kurdan li Frankfûrt, Munîh, Hambûrg û Freîbûrg ên Elmanyayê hatin protestokirin.

Kurdistanî li Elmanyayê daketin qadan û bikaranîna çekên kîmyewî û sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker a li ser Kurdan û gerîla protesto kirin.

FRANKFÛRT

Kurdên bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk saet 16:00’an navenda sûka Haûpwache a Frankfûrtê hatin ba hev pankarta bi nivîsa ‘Dewleta Tirk li Kurdistanê gaza jehrî bikar tîne’ bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.

MUNÎH

Bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser gerîla li bajrê Munîh a Elmanyayê jî hate protestokirin. Di belavoka bi zimanê Elmanî hate xwendin de, hate gotin ku dewleta Tirk li dijî gerîla çekên kîmyewî bikar tîne û jîngehên siîvlan bombe dike. Her wiha bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku ‘bikevin tevgerê’.

HAMBÛRG

Di heman çarçoveyê de li semta Altona ya Hambûrgê jî sûcên dewleta Tirk a dagirker hatin bi mîtîngekê hate protestokirin. Li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê Leyla Kaya axivî û bal kişand ser êrîşkariya rejîma Erdogan a li ser jinan û hate gotin ku wê têkoşîna xwe bidomînin.

FREÎBÛRG

Meclîsa Gel a Kurd a Freîbûrg û tevgerên ciwanên Ewropa saet 17:00’an mîtîngek lidar xistin. Di çalakiyê de bikaranîna çekên qedexe ya dewleta Tirk û hevkariya wê ya li ser qadên gerîla protesto kirin.Li vir daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin ku gerîla berxwedaneke dîrokî dinivîsin.