Dewleta Tirk li Anversê hat şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wê ku dewleta Tirk yê di êrişên dagirkeriyê de çekên kîmyewî bikar tîne şermezar kirin û got ku emê her roj li qadan xwedî li gerîlayan ku di şertên herî zehmet de li berxwe didin derbikevin.

Kurdistaniyên li Belçîkayê dijîn dewleta Tirk ê di êrişên xwe yên li ser Kurdistanê de çekên kîmyewî bikar tîne bi meşekê şermezar kirin.

Meşa ku li qada Anvers Sîntjanplaîn hat destpêkirin bi mîtîngê dewam kir.

Li wir Berdevkê Rêxistina Aştiyê ya Belçîkayê Andy Vermaût diyar kir ku dewleta Tirk ya bi serkêşiya Erdogan ji bo ku Kurdan qetil bike çekên kîmyewî bikar aniye û li hemberî vê cîhan xwe bêdeng kiriye.

Vermaût behsa piştewaniya bi gelê Kurd yê berxwedêr kir.

Hevserokê NAV-BEL Davût Keskîn jî destnîşan kir ku gerîla di şertên zehmet de têdikoşe û tekezkir ku wê serketiyê şer gelê Kurd be. Keskî anî ziman, “Serî li kîmyabarên dayin ji aliy çeteyên Osmanî, nîşaneya binketina wan e” û got ku ew bi gerîlayên berxwedêr serbilind dibin û wê her roj bi domdarî li meydanên Belçîkayê xwedî li gerîla derkevin.