Dewleta Tirk a çekên kîmyewî bikar tîne li Marsîlyayê hat teşhîrkirin

Kurdistaniyên li Marsîlyayê dijîn bi pêşengiya TCŞ’ê daketin qadan û dewleta ya li hemberî gerîla çekên kîmyewî bikar tîne teşhîr kir.

Li Bajarê Marsîlya ya Fransayê li dijî dewleta Tirk ya ku li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê çekên kîmyewî bikar tîne, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) meşek protestoyî hat lidarxistin.

Di çalakiyê de di çarçoveya xwedîderketina li têkoşîna gerîlayên berxwedêr ên HPG’ê û teşhîrkirina dewleta Tirk yê ku çekên kîmyewî ku di tevahiya cîhanê de weke sûcê şer hatî qebûlkirin pankart û dovîz hatin hilgirtin û belavok hatin xwendin.

Bi domdarî dirûşmeyên “À bas régime fachiste en Turquie” û “Dictateur Erdogan” hatin berzkirin.

Meş di navenda bajêr bidawî bû û veguherî mîtîngê. Li wir dîsa têkildarê rewşa dawî belavok hatin xwendin û axaftin hatin kirin.

Piştre çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana gerîla” bidawî bû.