Dewleta Tirk a çekên kîmyewî bikar tîne li Ewropa hate protestokirin

Kurdistaniyên li Elmanya û Fransayê daketin qadan bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve ya li ser qadên gerîla bi çalakiyan protesto kirin.

Kurdistanî li gelek deverên Ewropayê daketin qadan û bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve ya li ser gerîla û qadên gerîla bi çalakiyan protesto kirin.

MARSÎLYA

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) saet 15:00’an li pêşiya Nûnertiya Ewropa ya li Marsîlyayê çalakiyek hate kirin. Çalakvanan ji Parlementoya Ewropayê daxwaz kir ku ‘bikevin tevgerê’ û bang hate kirin ku 9’ê Cotmehê gel li Marsîlyayê dakevin qadan. Çalakvanan dosyayek pêşkêşî nûnertiyê kir û ji bo tevlîbûna meşa 9’ê Cotmehê bê lidarxistin, hate kirin.

KÎEL

Bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve ya li ser gerîla li bajarê Kîel a Elmanyayê hate proteostokirin. Di çalakiyê de pankart hatin vekirin û dirûşma ‘Terorîst Erdogan’ hate qîrkirin. Bi zimanê Elmanî û Tirkî axaftin hate kirin û hate gotin ku polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a li Kurdistanê tehşîr bikin. Di çalakiyê de li ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk dosyayek pêşkêşî Parlementoya Eyaletê hate kirin.

HEÎLBRONN

Kurdistaniyên bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Heîlboûrnnê (NCKD) hatin ba hev bal kişandin ser bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê delweta Tirk ve. Hevseroka NCKD Gulistan Ateş axivî. Ateş got: “Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bê ku guh bide pîvanên navneteweyî bi hovane êrîşên bi çekên kîmyewî didomîne. Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî mirov dimirin. Ji ber gaza jehrî û kîmyewî xweza talan dibe. Bêdengî tê wateya hevkariyê.”

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin.

Her wiha di çalakiyê de belavok jî hatin belavkirin. Di dawiya çalakiyê de ji bo çalakiya protestoyî ya ku wê 9’ê Ctomehê bê lidarxistin, banga tevlîbûna xurt kirin.