Dayika Sorê li Bremenê hate bîranîn

Dayika Sorê ya ku tevlî hemû çalakiyên girseyî yên li Ewropayê dibû, li Bremenê hate bîranîn.

Dayika Sorê (Serî Gormez) ya ku di 20’ê Tebaxê de ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Bremenê ya Elmanyayê hate bîranîn.

Dayika ji ber temenê xwe yê mezin jî tevlî hemû çalakiyên girseyî dibû û ji salekê zêdetir ji ber penceşêrê tedawî dibû.

Çalakiya bîranînê saet di 14.00’an de li NCDK’ê hate kirin.

Di çalakiya bîranînê de qala welatparêzita Dayika Sorê û girîngiya têkoşîna jinan a ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hate kirin.