Ciwanên li Ewropayê salvegera PKK’ê pîroz kirin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Têkoşer (TEKOJIN) li bajarên Ewropayê salvegera avabûna PKK’ê pîroz kirin.

Ciwanên li Ewropayê li bajarên Ewropayê salvegera avabûna PKK’ê pîroz kirin.

ZURÎH

Gelê Kurd bi pêşengiya ciwanan li Helvetîaplatzê li hev kom bûn û salvegera 43’emîn a PKK’ê pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de xwedî li ruhê berxwedana Werxelê hate derketin û ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate girtin.

Hevserokê NCDK’a Zurîhê Hîkmet Aralan di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku PKK gelê Kurd di serî de ji bo azadiya gelan bûye hêvî.

Piştre meşale hatin vêxistin û li ber stranan govend hate gerandin.

LONDRA

Li Londrayê jî ya ku paytexta Îngîltereyê ye tevî ciwanên şoreşger di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de salvegera avabûna PKK’ê hate pîrozkirin.

Ciwan êvarî li qada Trafalgar a Londrayê hatin ba hev û flamayên PKK û TCŞ’ê hildan.

BORDEAÛX

Ciwan li bajarê Bordeaûx a Fransayê jî li qada Stalîngradê kom bûn û ji bo salvegera avabûna PKK’ê meşek li dar xistin.

Ciwanan belavokên bi Elmanî xwendin û meşa xwe li qada Boûrgogneyê bi dawî kirin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê jî ciwan li Bebelplatzê kom bûn û bi sloganên ‘Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê’ belavok xwendin.

Li vê derê ciwanan daxuyaniyek xwendin û ji bo çalakiyên nava rojê bang kirin.

VIYANA

Li bajarê Viyana yê Evûstûryayê jî ciwanan li qada Reûmanplatz a ku faşîst zêde lê hene alayên Rêber Ocalan û pankarta ‘Werin Cenga Azadiyê’ hildan.

Li hemberî ciwanan provokasyon hate kirin û ciwanan sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî PKK’ berz kirin.

Polîsên Viyanayê xwestin hinek ciwanan destgîr bikin lê ji ber nerazîbûna gel provokasyon hate pûçkirin.