Ciwanên Kurd li Yewnanistanê li dijî komployê meşiyan

Li Yewnanistanê ciwanên Kurd li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Ciwanên Kurd li Yewnanistanê li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurd meşa ku wê 3 rojan dom bike dan destpêkirin. Bi dehan ciwan pankarta bi nivîsa ‘Bimre 9’ê Cotmehê, Ji Ocalan re Azadî’ vekirin û bi dirûşma ‘Ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re na; dem dema azadiyê ye’ li kampa li bajarê Lavrîo ya ku koçberên Kurd lê ne, hatin ba hev û dest bi meşê kirin.

Di nava meşvanan de ciwanên enternasyonalîst ên koma Riseup Rojava jî hebûn. Her wiha posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û KCK’ê hatin vekirin û bi qîrkirina sirûda meşiyan. Di meşê de jî belavokên li ser sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker belav kirin.

Roja yekem a meşê wê li bajarokê Marco Polo dawî bibe. Roja duyemîn jî wê li bajarokê Peyaniya navber bê dayîn û 10’ê Ctomehê jî tê plankirin ku meşvan xwe bigihînin Atînayê û wê ber bi Qada Academîa ya ku Sefaretxaneya Tirk lê ye bimeşin.