Ciwanên Kurd li Kûleya Eyfelê çalakiye kirin

Aktivîstên TCŞ’ê ji bo balê bikişînin ser êrîşên qirker ên dewleta Tir ka dagier û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kûleya Eyfelê çalakiyek kirin, 1’ê Mijarê Roja Cîhanê ya Kobanê pîroz kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li paytexta Fransa Parîsê li pêşiya Kûleya Eyfelê kom bûn û çalakiyek kirin.

Ciwanan li Kûleya Eyfelê ala PKK’ê hildan û dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qîrkirin. Her wiha ciwanan li ketina Kûleya Eyfelê pankarta ‘Azadî ji bo Ocalan’ daliqandin.

Ciwanên ku bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Lîberet Ocalan’ û ‘Terorîst Erdogan’ qîr kirin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdeke giran de ye kir. Ciwanan di çalakiya xwe de bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li Kurdistanê.

Her wiha 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê jî pîroz kirin.