Ciwanên Kurd li Fransayê daketin qadan

Ciwanên Kurd li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Kurdistanê, li bajarên Marignane û Parisê daketin qadan.

Li bajarê Marignane û li banliyoya Villiers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên li ser Kurdistanê, di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de çalakî hatin lidarxistin.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ciwan li Marignaneyê li hev civiyan û li qada qelebalix a bajêr flamayên ji ala PKK'ê û wêneyên Abdullah Ocalan vekirin.

Pitşre daxuyaniyek hate dayin û hate bibîrxistin ku 8 meh in li dijî gerîla çekên kîmyewî têne bikaranîn, lê belê saziya OPCW li dijî vê yekê gavek jî neavêtiye.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku ciwanên di çalakiya şermezarkirinê de ya li avahiya OPCW hatin destgîrkirin tavilê bêne berdan.

Herî dawî ji bo kongreya TCŞ a 2'emîn ku wê 12'ê Kanûnê bê lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin.

LI VILLIERS LE BELÊ BELAVOK HATIN BELAVKIRIN

Ciwanan li banliyoya Villiers Le Bel a paytexta Fransa Parisê jî ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan li navenda banliyoyê û stasyona trenê belavok belav kirin.