Ciwanên Kurd ên li Freiburgê ji bo berxwedanê bang kirin

Ciwanên ku li Freiburgê li hev civiyan, li dijî faşîzm, xiyanet û tecrîdê bang li ciwanan kirin ku di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de li ber xwe bidin.

Li bajarê Freiburgê yê Elmanyayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN danê êvarê li hev kom bûn.

Çalakgeran li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, her wiha li hemberî xiyaneta PDK'ê, êrişên qirkirina fîzîkî û siyasî û êşkenceya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li ciwanan kirin ku di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de dakevin qadan.

Ciwanan destnîşan kirin ku ew ê êdî vê rewşê qebûl nekin û heta ku Rêberê Gelê Kurd dîlgirtî be ew ê li Ewropayê rojekê jî ranewestin.