Ciwanan li Marsîlyayê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin
Ciwanên li bajarê Marsîlya ya Fransayê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin.
Ciwanên li bajarê Marsîlya ya Fransayê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger bi wesîleya salvegera damezirandina PKK’ê meşeke bi coş hate kirin.
Endamên TCŞ û dostên wan ên ji Fransayê li Qada Canebîereyê kom bûn û heta Qada Vîeûx Portê meşiyan.
Ciwanan di meşê de fîşekên hewayî teqandin û sloganên ‘Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê’, ‘Bijî berxwedana PKK’ê’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ berz kirin.
Di çalakiyê de li ser navê TCŞ’ê axaftin hate kirin û ji bo pîrozbahiya girseyî ya roja Yekşemê bang hate kirin.