Ciwanan ji PDK’ê re gotin: Îxanetê neke!

Ciwanên Kurd bi daliqandina pankartek li pêşiya avahiyeke girêdayî PDK’ê ya li Parîsê îxaneta PDK’ê ya li hemberî gelê Kurd şermezar kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) êrişên PDK’ê yên li ser gerîlayên HPG’ê bi daliqandina pankartek li ber avahiyeke girêdayî PDK’ê ya li navenda Parîsê şermezar kirin.

Ciwanan ku xwestin balê bikişînin ser helwestên dijminane yên PDK’ê yên li hemberî Gelê Kurd û gerîlayên HPG’ê, pankarta li ser hatibû nivîsandin “Stop ala trahîson KDP” û “Bimre xiyaneta PDK’ê” avahiyê daliqandin.

Ciwanan bang li gelê Kurd kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê pêk tîne helwestekî zelal nîşan bide û rabe ser piyan.