Ciwanan dewleta Tirk li Viyana protesto kirin
Li paytexta Avûstûrya Viyana aktivîstên TCŞ’ê û TEKO-JIN di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenaga Azadiyê’ de bikaranîna çekên kîmeyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve ya li ser qadên gerîla protesto kirin.
Li paytexta Avûstûrya Viyana aktivîstên TCŞ’ê û TEKO-JIN di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenaga Azadiyê’ de bikaranîna çekên kîmeyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve ya li ser qadên gerîla protesto kirin.
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de çalakiyek kirin.
Girseya ku saetên sibehê li Qada Neûbaûgasseyê hatin ba hev posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên YPJ, YPG û HPG’ê vekirin.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Em terora dewleta Tirk protesto dikin’ vekirin û belavok belavkirin.
Di daxuyaniya hate dayîn de hate gotin ku bikaranîna çekên kîmyewî ne asayî ye, ew ê bi domdarî welatên ku bûne hevkarê wê ji bo mirovahiyê vebêjin.
Çalakî bi dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’ bi dawî bû.