Ciwanan bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin

Lı bonliya Vîllîers Le Bel a Parîsê ciwanên TCŞ’ê bi meşekê dewleta Tirk a dagirker û Erdogan protesto kirin.

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) de li bonliya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê li dijî bikaraîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ya li ser gerîla meşek hate kirin.

Meş saet 19:00’an li pêşiya stasyon Vîllîers Le Belê destpê kir û dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla ‘ hatin qîrkirin.

Meşa ku nêzî saetekê dom kir, li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi deqeyek rêzgirtinê û şûnde dawî bû.

Ji bo meşa ku wê 9’ê Cotmehê saet 14:00’an li Qada Repûblîqûe a Parîsê jî bê kirin, banga tevlîbûna xurt hate kirin.