Ciwanan bi şevê çalakî kirin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi şevê çalakî kirin.

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê û li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê ciwan bi şevê daketin qadan û çalakî kirin.

Aktîvîstên TCŞ'ê li bajarê Den Haagê di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de li dîwaran nivîsên li ser 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê nivîsîn.

Ciwanan di çarçoveya pêngavê de bang li ciwanên Kurdistanî kirin ku bênavber çalakiyan bikin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî ciwanên TCŞ û enteransyonalîst li kolanan, li ser dîwarên saziyên dewletê û avahiyan afîş daliqandin.

Çalakiya ku ji aliyê deh ciwanan ve hate lidarxistin bi qasî çar saetan dewam kir.