Ciwanan bi meşekê li Baselê 27'ê Mijdarê pîroz kirin

Ciwana li Baselê bi meşeke meşaleyî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊK-JIN) bi wesîleya salvegera 43'emîn a damezrandina PKK'ê meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin.

Ciwanan di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de meş pêk anîn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hildan.

Ciwanan li qada Claraplatzê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" û "Jin, jiyan, azad" qîriyan û destnîşan kirin ku sala 44'an wê bibe sala serketinê. Ciwanan her wiha fîşekên hewayî jî teqandin.

Meşê bi qasî saetekê dewam kir û li Markplatzê bi dawî bû.