Ciwan li Marignaneyê daketin qadan
Li bajarê Marignane yê Fransayê, ciwanên Kurd li dijî dagirkeriyê û ji bo misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bênavber çalakiyan dikin.
Li bajarê Marignane yê Fransayê, ciwanên Kurd li dijî dagirkeriyê û ji bo misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bênavber çalakiyan dikin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marignane yê Fransayê di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de êvarê li navenda bajêr li hev civiyan.
Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TCŞE'ê hildan û diyar kirin ku li dijî dagirkeriyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê ew hîn bêhtir çalakiyan bikin.
Di daxuyaniya ciwanan de hate gotin, "Em gelê welatparêz û ciwanên li Ewropayê, divê bi ruhê berxwedanê timî li qadan be. Bi navê endamên TCŞ'ê em ê çalakiyên xwe bi biryardarî dewam bikin. Berxwedana gerîla berxwedana me ye. Roj roja seferberî û berxwedanê ye."
Çalakî piştî saetekê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.