Civîna G-20 bi protestoyan dest pê kir

Gelê Kurd û dostên wan jî di nav de bi deh hezaran kes tevlî protestoyê bûn. Di protestoyan de hate xwestin ku bila li hemberî çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, tu kes bêdeng nemîne.

Civîna Serokên G20 li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye dest pê kir.

Di civînê de wê li ser xurtbûna aboriyê, kampanyaya ji bo derziya coronayê û geşedanên di dema şewbê de were sekinandin. Di civînê de 5300 xebatkarên ewlehiyê peywirdar in.

Çalakgerên hawîrdorparêz jî sê roj in çalakiyên xwe yên protestoyê didomînin û îro jî meşeke sê saetan dan destpêkirin.

Konfederasyona Sendîkayên Karkeran, partiyên siyasî, tevgerên antîfaşîst jî di nav de bi deh hezaran kes meşiyan. Gelê Kurd û dostên wan jî tevlî çalakiyê bûn û bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin k dewleta Tirk li Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne û cîhan bêdeng e.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Ev çek ji aliyê welatên rojava ve tên hilberandin û difiroşin Tirkiyeyê. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û welatên rojava dikin ku bila li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî têkevin nav hewldanan.”