Ceylan nerazîbûn nîşanî êrişê da: Fransa xizmeta hişmendiya DAÎŞ’ê kir

Hevserokê CDK-F Mûrat Ceylan got “Fransaya ku xwe li ber çalakiyeke demokrat ya gel ya konvedanê ranegirt, bi vê êrişê ji dewleta Tirk û yên dagirker û hişmendiya DAÎŞ’ê re xizmet kir.”

Hevserokê Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ên Fransayê (CDK-F) Mûrat Ceylan êrişa polîsên Fransî ya li Strasboûrgê li hemberî çalakvanan kirî şermezar kir.

Hevserok Ceylan diyar kir ku Fransaya ku xwe li ber çalakiyeke demokrat ya gel ya konvedanê ranegirt, bi vê êrişê ji dewleta Tirk û yên dagirker û hişmendiya DAÎŞ’ê re xizmet kir

Mûrat Ceylan daxuyaniyek da û got; “Em vê êrişa hovane ya dewleta Fransayê îro li hemberî çalakiya demokratîk a gelê Kurd ya li Strasboûrgê pêk anî, şermezar dikin. Gelê Kurd 22 sal in ku dixwaze balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêber Apo. Gelê me ji ber ku Konseya Ewropa, DMME û CPT li vê derê ye bi rengekî mafdar ji bo şkandina vê tecrîdê 22 sal in ku li ber avahiya van saziyan çalakiyan dike û sozan distîne.

Ji îro pêdetir tecrîda li ser Rêber Apo bi çavdêriya Konseya Ewropa û CPT’yê tê domandin. Yanî tê wê wateyê ku parastina Tirkiyeya ku wek gardiyan û nobedar erkdar kirine, didomînin.

Îro xwe li ber çalakiyekîe konvedanê ya demokratîk a gelê Kurd ranegirtin. Di rastiyê de êrişa îro, xizmeta dewleta Tirk a faşîst, dewletên dagirker û hişmendiya DAÎŞ’ê kiriye.

Her wiha îro Fransa mîna DAÎŞ’ê ku êrişê gelê wê bi xwe dike, bi rengekî xwînxar nêzîkî nûnerên tevgera ku li hemberî gefên mîna DAÎŞ’ê têdikoşe, bûye.

Em berxwedana vê derê ya gelê xwe silav dikin û dibêjin ku wê teqez dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê bin bikevin. Berxwedana azadî û demokrasiyê ya gel wê serbikeve.”