Cejna vejînê li Dûîsbûrgê hat pîrozkirin

Bi boneya cejna vejînê li Dûîsbûrgê merasîmeke ya pîrozbahiyê hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê bi sedan Kurdistanî 27’ê Mijdarê 43. salvegera damezrandina PKK’ê ango cejna vejînê pîroz kirin.

Li ser navê tevgera azadiyê ya Kurdistanê Medya Botan di pîrozbahiyê de axaftinek kir. Botan behsa kurtedîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê kir û banga xwedî derketina li berxwedana dîrokî kir.

Piştî axaftina Botan, Hunermend Nûarîn, Bulent Tûran, Koma Agirê Roj û Lorîn û Rûbîn Nisêbîn derketin ser dikê û bi berhemên xwe coş dan pîrozbahiyê. Kurdistaniyan jî li ber stranan bi berzkirina dirûşmeyan govend gerandin.

Her wiha koma folklorê ya zarokan jî reng dan pîrozbahiyê.