'Biryara qedexeya li ser PKK'ê bi daxwaza dewleta Tirk hate dayin'
Endamê Liksjugend ('solid) Berlin Tom Krummel nerazîbûn nîşanî qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê da û got, biryara qedexeyê li ser daxwaza dewleta Tirk hate dayin.
Endamê Liksjugend ('solid) Berlin Tom Krummel nerazîbûn nîşanî qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê da û got, biryara qedexeyê li ser daxwaza dewleta Tirk hate dayin.
Dewamkirina qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê dibe sedema nerazîbûna hêz û kesên çep, pêşverû û sosyalîst ên Elman.
Yek ji kesên ku li Elmanyayê li dijî qedexeya li ser PKK'ê têdikoşe Tom Krummel e. Krummel qedexeya li ser PKK'ê, bikaranîna çekên kîmyewî bi destê dewleta Tirk ve û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.
Endamê Linksjugen ('solid) ê Berlînê Tom Krummel got, "Par serokê Linksjugen ('solid) ê Berlînê bûm. Van çend hefteyên dawî endamê wê me. Lê belê bi navê komên enternasysonal ên Linksjugen ('solid) yek ji beşdarên çalak ên mîtîngên bi civaka Kurd re me. Her wiha endamê komîteya li dijî qedexeya li ser PKK'ê ya Elmanyayê me. Di heman demê de endamê komîteya çalakiyê ya Linksjugen ('solid) im."
QEDEXE XWE NASPÊRE BINGEHEKE ŞÊNBER
Qedexeya li ser PKK'ê ku di 26'ê Mijdarê de hate ragihandin 28 sal li pey xwe hişt. Li gorî hin çavkaniyan vê biryarê bandor li sed hezaran Kurdî kir.
Krummel têkildarî vê biryarê got, "Me bi navê Links Jugend Solid ragihand ku em qedexeya li ser PKK'ê red dikin. Me biryara di vê der barê de li meclîsa xwe wergirt. Me qedexe rexne kir û em di wê baweriyê de ne ku ev biryar bi têkiliya bi hikumeta Tirk hatiye wergirtin. Em zanin ku ev biryar bandoreke gelekî nebaş li civaka Kurd a li Elmanyayê dike. Weke ku tê zanîn bi taybetî di serlêdanên penaberiyê de û dema ku Kurd mafê mayinê dixwazin, di hin prosedurên qanûnî re derbas dibin û hikumeta Elman dixwaze li dijî Kurdan hin tiştan bike. Tenê dixwaze têkiliyê bi qedexeya li ser PKK'ê deynin, ji bilî wê jî sedemeke şênber nabînin. Ev yek jî ji bo Elmanyayê biryareke gelekî nebaş e. Ji ber ku qedexeya li ser PKK'ê xwe naspêre bingeheke şênber."
'ME DESTNÎŞAN KIRIBÛ KU DIVÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ NEYÊN FIROTIN'
Endamên Linksjugen ('solid) ên Berlînê li gel biryara ji bo bidawîkirina qedexeya li ser PKK'ê her wiha biryar dabûn ku divê Elmanya çekan nefiroşe dewleta Tirk. Ji bo vê jî gelek çalakî li dar xistibû. Li aliyê din ji 24'ê Nîsanê ve artêşa Tirk a ku êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike çekên kîmyewî bi kar tîne.
Tom Krummel bi vî rengî nerazîbûn nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da: "Em artêşa Tirk şermezar dikin ku çekên kîmyewî bi kar tîne. Di biryara xwe ya sala 2019'an de me destnîşan kiribû ku divê Elmanya çekên kîmyewî nefiroşe dewleta Tirk. Em bang li hikumeta Elman dikin ku firotina çekan ji bo hikumeta Tirk rawestîne. Her wiha divê pispor biçin herêmên ku tê gotin çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn û lêkolînê bikin. Hikumeta Tirk ji ber ku çekên kîmyewî bi kar aniye, divê li qada navneteweyî bê cezakirin."
'ABDULLAH OCALAN DIVÊ AZAD BIBE'
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn jî bi rengekî girankirî dewam dike. Tom Krummel polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk nirxand û got, "Em tecrîdê bi rengekî eşkere şermezar dikin. Tecrîd biryareke polîtîk e. Divê Ocalan azad bibe. Weke endamekî Links Jugend dibêjim, divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe."