Bi hezaran kes li Berlînê li hemberî qedexeya li ser PKK’ê dimeşin- Hat Nûkirin
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye bi hezaran kes li dijî qedexeya li ser PKK’ê dimeşin.
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye bi hezaran kes li dijî qedexeya li ser PKK’ê dimeşin.
Bi banga ‘Qedexeya li ser PKKê rakin’ li Hermannplatza ya li Berlîna Elmanyayê wê meşek were lidarxistin. Bi hezaran Kurdistanî, sosyalîst, ekolojîst, antîfaşîst, demokrat, azadîxwaz û bi dehan sazî tevlî meşê dibin.
Li Elmanyayê 28 sal in li ser PKK’ê qedexe heye û hate diyarkirin ev qedexe ji ber hevkariya dewleta Tirk e.
Gelê Kurd û dostên gelê Kurd tevlî meşê bûn. Meş bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Meşvan li ser hev sloganên ‘PKK gel e gel li vir e’ , ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bila qedexeya li ser PKKê were rakirin’, ‘Bimire Erdogan’ û ‘Bimire TC’ berz dikin.
Di daxuyaniya li ser navê Însiyatîfa Rakirina Qedexeya PKK’ê hat gotin ku tu bingehekî qanûnî yê qedexeya PKK’ê tune ye.
Di çalakiyê de bang li hikumeta ku nû dixwaze were avakirin hat kirin ku qedexeyê li ber çavan re bê derbas kirin.
Tevî barîna zêde ya baranê jî girse bi biryardarî meşa xwe domand.
Berdevkê Însiyatîfa Rakirina Qedexeya PKK’ê ku meş organîze kirî diyarkir ku qedexeya PKK’ê şerma demokrasiya Elmanyayê ye.
Meş li Hermannplatzê dest pê kir û wê li ser xeta Sonnenalle, Pannierstr, Glogauerstr, Wienerstr, Oranienstr bidome. Wê Qada Oranîenplatzê jî mîtîngek were lidarxistin.