Berxwedana li pêşiya Konseya Ewropayê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
Li pêşiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatibû destpêkirin. Çalakî bi coş didome.
Li pêşiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatibû destpêkirin. Çalakî bi coş didome.
Înisîyatîfa Azadî Ji Abdullah Ocalan re ya di çarçoveya ‘Dem dema azadiyê ye’ de bi şîara ‘Wê azadî bi ser bikeve, ji bo Abdullah Ocalan hewl bide’ li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li pêşiya Konseya Ewropayê di 1’ Kanûnê de çalakî dabû destpêkirin. Çalakî bi coş didome.
Çalakî ji aliyê komên ku saziyên Kurdan ên li Ewropayê, siyasetmedar, saziyên ciwan û jinan û Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê didome. Endamên FCDK/KAWA û endamên TAJÊ yên li bajarên Darmstadt, Frankfûrt, Gîssen, Mannheîm û Saarbruckenê tevlî çalakiyê bûn.
Hevserokê FCDK/KAWA Abdulvahap Alper diyar kir ku Tirkiye îmze daye qanûnên Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê lê li gorî van qanûnan tevnagere. Saziyên Ewropayê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu gavan neavêjin.
Endama TAJÊ Zekiye Agirman jî diyar kir ku Hevserokê Konseya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel ji aliyê SÎHA’ya dewleta Tirk a dagirket hate kuştin û ew ê bîranîna Bedel bidin jiyîn. Agirman bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk dixwaze tola DAÎŞ’ê bistîne û hewl dide Şengala azad ji holê rake.
Çalakiya li pêşiya Konsewya Ewropayê wê di 17’ê Kanûnê de bi dawî bibe.