Alkiş: Azadiya Rêber Apo azadiya xwe dibînin

Aktivîsta TJK-E Nûrê Alkiş a di salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û got: “Azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin.”

Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikeve sala xwe ya 24’an. Aktivîsta TJK-E’yê Nûrê Alkiş li ser Komplo û tecrîda Îmralî axivî.

Alkiş anî ziman ku Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an di şexsê Ocalan de li ser gelê Kurd hemû yê bû û got: “Li Îmralî 23 sal in tecrîd heye. Tecrîda li Îmralî helwesta navneteweyî ya li dijî çareseriya pirsa netewî ya gelê Kurd e. Rêber Apo ê bi dahûrandinên Modernîteya Demokratîk, li qada navneteweyî deng veda, li himberî sîstam kapitalîst a bi têkoşîna xwe ya li dijî ref, cudahiya hişmendî û jinê deng veda. Bi têkoşîna Rêber Apo re em dibînin ku di roja îro de komploya navneteweyî hatiye valaderxistin.”

Alkiş destnîşan kir ku Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ku salek li pey xwe hişt, xwedî girîngiyeke dîrokî ye û diyar kir ku ji bo jinan xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Alkiş daxuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd nirxek mezin daye jinê û got jin ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan her kêliyê têkoşînê dike.

Alkiş bal kişand ser çalakiyên ku wê 9’ê Cotmehê bi sirûda ‘Azadiya Rêber Apo, Azadiya me ye’ bi pêşengtiya TJK’ê de li gelek deverên Ewropayê bê lidar xistin û komployê protesto bike û got: “Em azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin. Ji bo vê di warê me de, mezinkirina felsefeya azadiya jinê, bigihînin hêzeke kurewî, azadiya xwe bi dest bixin. Em ê vê jî bi azadiya Rêber Apo pêk bînin. Heta ku Rêber Apo azad nekin, ji qadan venakişin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bang li hemû jinan dikin ku 9-10’ê Cotmehê li dorî Rêber Apo bibin yek.”