Şehîd Saglamgoz li bajarê Arnhem hate bîranîn

Li bajarê Arnhem a Hollandayê şehîda şoreşger Fatoş Saglamgoz hate bîranîn.

Fatoş Saglamgoz ya li hemberî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 11’ê Mijdara 1999’an çalakiya fedayî lidarxist û şehîd bû, li bajarê Arnhem a Hollandayê bi merasîmekê hat bîranîn.

Çalakvana jin ya tevlê merasîmê bû Zeynep Zelal Bafe derbarê têkoşîn û jiyana Saglamgozê axaftinek pêşkêş kir. Piştî axaftinê nameya Saglamgoz ya beriya dema çalakiyê nivîsandibû hat xwendin. Di bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Fatoş Saglamgoz ku bi Kurdistaniyên ku ew nasdikirin hatibû amadekirin hat nîşandan.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.