Şehîd Bêrîtan li Helsînkiyê hat bibîranîn

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye bi munasebeta 29’mîn salvegera şehadeta fermandara jin a gerîla Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) û iehîdên meha Cotmehê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Merasîma bîranînê bi pêşengiya Însiyatîfa Jinan li Komeleya Kurd (NCDK) hat lidarxistin. Di merasîmê de tevî bîranîna şehîd Bêrîtan û şehîdên meha Cotmehê, şehîdên vê dawiyê Fermandara YJA-Star Şîlan Goyî û Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan şehîd Yasîn Bulut (Şukru Serhat) jî hatin bibîranîn. Bîranîn bi tevlîbûna gel û xebatkarên komeleyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê ve dest pê kir. Piştî rêzgirtinê têkildarî xebat û têkoşîna şehîdan axaftin hatin pêşkêşkirin.

Piştî axaftinê merasîm bi temaşekirina sînevîzyona li ser têkoşîn û xeta berxwedaniyê ya şehîd Berîtan bi dawî bû.