Şandeya KNK’ê li sînorê Belarûs-Polonyayê ye

Şande bi serokatiya Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs gihîşte sînorê Belarûs-Polonya.

Di demekê de ku pirsgirêka koçberan ya li sînorê Belarûs-Polonya didome, duh Konreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ragihandibû ku ewê şandeyekê bişînin herêmê.

Şandeya bi serokatiya Hevserokê KNK’ê Ehmet Karamûs gihîşt sînorê Belarûs-Polonya cihê ku kirîza mirovî lê heyî.

Şande li ser xeta sînor bi koçberan re hat cem hev û guh da pirsgirêkên koçber pêre rû bi rû ne.

Şande ji bo şopandina rewşa koçberan ên li ser sînorê Belarûs-Polonya û ji bo çareseriyekê bibînin wê bi rayedarên Rûsya Spî û Polonyayê re hevdîtinan bikin.