Êrişên dewleta Tirk ên bi 'gazên kîmyewî' li Londonê hate şermezarkirin
Kurdên ku li ber Parlamenta Îngilistanê li hev civiyan, êrişên dewleta Tirk ên li ser gerîla ku bi gazên kîmyewî dike şermezar kirin.
Kurdên ku li ber Parlamenta Îngilistanê li hev civiyan, êrişên dewleta Tirk ên li ser gerîla ku bi gazên kîmyewî dike şermezar kirin.
Kurd bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Londonê li ber avahiya Parlamentê li hev civiyan û dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Kujer dewleta Tirk" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.
Kurdistaniyan tevî dostên xwe li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên YPG, YPJ û KCK'ê hildan.
Çalakgeran ji Parlamenta Brîtanyayê xwestin ku li dijî dewleta Tirk bikeve nava hewldanan û dawî li firotina çekan a ji bo dewleta Tirk a dagirker bînin.
Qisekeran diyar kirin ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd sûcê şer dike û divê dewleta Tirk û Erdogan ji ber vê yekê bêne darizandin.
Bi navê Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal li qada çalakiyê axivî û anî ziman ku Îngilistan bi firotina çekan ji bo dewleta Tirk dibe hevparê sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê. Akbal diyar kir ku dewleta Tirk li dijî Kurdan polîtîkayên barbar dimeşîne û di heman demê de bi çeteyên barbar re hevkariyê dike.
Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.