Êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li Stockholmê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî, li Stockholmê bi xwepêşandanekê hatin şermezarkirin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî, li Stockholmê bi xwepêşandanekê hatin şermezarkirin.
Li paytexta Swêd Stockholmê, komek ji Kurdistanî li hev kom bûn, kincên spî li gel maskeyan li xwe kirin û êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.
Çalakiya ku Meclîsa Jinê (AMARA) pêşengî jê re kir, li qada Sergels Torgetê danê êvarê pêk hat.
Çalakgeran têkildarî êrişkariya dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî raya giştî agahdar kir.
Di çalakiyê de dirûşmên "Tirkiye kujer e", "Ewropa bêdeng e" hatin qîrîn.