Çalakiya konvedanê ya li Dusseldorfê bi dawî bû

Çalakvanên çalakiya yek hefteyî ya konvedanê ya li Dusseldorfê çalakî bi dawî kirin û banga tevlêbûna meşa girseyî ya ku wê sibe li ber DGM Haûs’ê were lidarxistin kir.

Çalakiya konvedanê ya ji bo heftiyekê ku li Konîgsallee ya bajarê Dusseldorf a Elmanya hatibû lidarxistin îro bi dawî bû.

Di roja dawî ya çalakiya ku bi pêşengiya ciwanan hatibû lidarxistin de gelek nûnerên saziyan axaftin kirin û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk li ser Kurdistanê şermezar kirin û saziyên pêywendîdar vexwandin ku li qadê lêkolînê bikin.

Berdevkê CÎK’ê Volkan Altûn û Berdevkê KOMAW’ê Şenge Kahraman jî li hemberî qetlîamên dewleta Tirk yên bi çekên kîmyewî li Kurdistanê pêk tîne banga hişiyariyê li cîhanê kirin.

Di axaftinan de her wiha qetlîama Qamişloyê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêkahatî hat şermezarkirin û bang li cîhanê hat kirin ku li hemberî Erdogan helwestê bigirin.

Hemû kesên axifîn banga tevlêbûna çalakiya ku wê sibe saet 14:00’an li ber DGB Haûs ya Dusseldorfê bê lidarxistin kirin.