Çalakiya ciwanên Kurd a standê di heftiya sêyemîn de ye

Enamên TCŞ û TekoJIN, her hefte li qadek ya Lozanê stand datîn û ji gel re çima divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe tînin ziman.

Li bajarê Lozan ê Siwîsrê endamên Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê“ her roja çarşemê çalakiya stand danînê pêk tînin. Çalakiya ciwanên Kurd di heftiya sêyemîn de berdewam dike.

Endama TekoJIN’ê Rojîn der barê çalakiyê de axivî û anî ziman ku her hefte li navendekê stand datînin û got: “Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çima divê serbest were berdan. Her wiha bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastina Medyayê ku sûçê şer dike, em teşîr dikin û ji gel re tînin ziman.“

Aktivîsta ciwan diyar kir ku li her qadê em ê bi çalakiyên xwe xwedî li pêngava “Werin Cenga Azdiyê“ ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin derkevin.