Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ku di çarçoveya pêngava Dem Dema Azadiyê ye bi dirûşma “Azadî wê bi serbikeve, ji bo Ocalan bikeve dewrê” li dijî tecrîdê li ber Konseya Ewropayê (KE) a li Strasboûrgê a Fransayê dest bi çalakiyê kir, di heftiya duyemîn de berdewam dike. Nobeta ku her roj ji aliyê siyasetmedarên Kurd, saziyên jinan û ciwanan, dostên Kurdan, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê û Yekîtiya Hêza Demokratîk ve di nava rojê de tê dewr girtin, îro jî siyasetmedarên Kurd û pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk nobet dewr girt. Nobet bi daxuyaniyekê hate dewr girtin. Hevberdevkê HDP’ê yê Elmanya Faysal Sariyildiz, siyasetmedar Selîm Sadak, li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk nivîskarê kovara Marksîst Teorî Huseyîn Yeter axivî.
‘ERDOGAN PÊVAJOYA XWÎNÊ DA DESTPÊKIRIN’
Di destpêkê de Hevberdevkê HDP’ê yê Elmanya Faysal Sariyildiz axivî û anî ziman ku baş tê zanîn di 6 mehên dawî de li Kurdistanê Erdogan û hin kesên di nava dewletê de alîgirên şerin, pêvajoyek ya xwînê dane destpêkirin û got: “ Bi vê pêvajoyê re Kurdistan hate wêrankirin, gelek sûçên li dijî mirovahiyê hatin jiyîn. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan giran bû. Bi vê boneyê em bi çalakiya xwe em azadî û aştiya Kurdistanê dixwazin. Ji ber van êrîşên hovane bi hezaran mirov xistin girtîgehan, bi hezaran sazî hatin girtin. Baş tê zanîn ku pêvajoya berî çendin salan hate destpêkirin bi keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. Pêvajoyek girîng bû. Di wê demê de li Tirkiyeyê şer tune bû, xwîn nehate rijandin, gelê me bi hêviyên êdî dikarin pirsgirêkên xwe bi riya siyaseta demokratîk çareser bikin, çêbû. Vegera vê pêvajoyê encax bi rakirina dorpêça li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gengaz e. Di vir de berpirsyariyên Konseya Ewropa (KE) jî hene. Ji ber ku Tirkiye endamek yê KE’ê ye. Erdogan hemû nirxên Ewropa, AÎHM, CPT û KE’ê dixe bin lingan. Em weke kesên li vir di nobetê de ne, em xwedî li nirxê wan derdikevin.”
“DIVÊ ZEXTÊ LI TIRKIYÊ BIKIN’
Sariyildiz bal kişand li ser civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di dema civînên xwe yên 30’ê Mijdarê û 2’ê Kanûnê de li ser dosyeyeke derbarê Îmraliyê de jî sekinî û wiha got: “Divê saziyên eleqedar zextên ku Tirkiye ji dest ji polîtîkayên xwe yên şer û qirkirinê vegere bike. Divê ev sazî zorê bidin Tirkiyeyê ku berbi demokrtîk bûnê ve biçe.”
‘OCALAN JI BO ME HEMÛYAN ŞANSEK MEZIN E’
Bi domdarî Sariyildiz diyar kir ku dewleta Tirk di hewldana dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê de li dijî gerîlayan çekên kîmyawî bikartîne û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Berî niha di dagirkirina xaka Rojavayê Kurdistanê de jî çekên kîmyawî hatibûn bikaranîn. Bi vê boneyê em bang li KE’ê yê dikin, bila guh bidin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Abdullah Ocalan şansê me hemûyan e. Tenê ne ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelan şanseke. Heta ku Ewropa dest ji siyaseta xwe ya oportunîst ku Tirkiyeyê îdare dike bernede wê nobeta me jî bidome.”
Piştî axaftinan, li ser navê koma ku nobet dewr girtine siyasetmedar Nûrsel Aydogan, Nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropa Fayîk Yagiza ji bo balê bikêşin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bê mafiyên li ser girtiyên siyasî yên li girtîgehan, dosyayek radestî CPT’yê kirin.