27'ê Mijdarê li Swêdê bi şahiyan hate pîrozkirin
Salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê li bajarên Stockholm, Sala û Goteborg ên Swêdê bi şahiyan hate pîrozkirin.
Salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê li bajarên Stockholm, Sala û Goteborg ên Swêdê bi şahiyan hate pîrozkirin.
Salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê li paytexta Swêd Stockholmê û li bajarên Sala û Goteborgê yên Swêdê bi beşdariya bi sedan kesî hate pîrozkirin. Şahiyên li Swêdê bi dirûşma "Bes e ji tecrîd û faşîzmê re, Na ji dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye" pêk hatin.
SALA
Kurdistaniyên li bajarê Salayê roja Şemiyê ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê pîrozbahiyek li dar xistin. Bi navê Kurdistaniyan Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Skandînavyayê (NCDK-Skandînavya) Nadya Salih axivî. Nadya Salih got, "Li ser fikrên Rêber Apo îro bi milyonan kes û civat azad bûne û ber bi serfiraziyê ve dimeşin. Rêber APO baş fam kiribû ku eger em mejiyê xwe azad nekin, em ê tu car jî nekaribin ku bostek ji axa xwe jî rizgar bikin. Em 43'mîn salvegera cejna vejînê li tevayî mirovên ku dilê wan ji bo azadiyê û serfiraziyê lê dide pîroz dikin."
Piştî axaftin û nîşandana sînevîzyona li ser dîroka PKK'ê li ber stranên hunermend Comerd, Peywan Arjîn, Girîn û Evîn û Dilşad Hewlêrî heya bi derengiya şevê govend hate gerandin. Di pîrozbahiyê de berxwedana gerîla jî hate silavkirin.
GOTEBORG
Pîrozbahiyeke din a bi coş li bajarê Goteborgê pêk hat. Hunermend Seyda Perînçek, Kiyomerz, Sîpan Efrînî û hin hunermendên herêmî tevlî bûn. Beşdarên pîrozbahiyê berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê silav kirin.
STOCKHOLM
Pîrozbahiya li Stockholm jî weke fînala pîrozbahiyên li Swêd bû. Di pîrozbahiyê de Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar axaftin kir.
Zubeyîr Aydar got, "43 salan beriya niha di rojeke weke îro de partiya me PKK hate damezrandin. 22 kes kom bûn û biryara avakirina rêxistinê dan, kesî dengê wan nebîst lê ew biryara ku wergirtin bû biryareke qedera gelê Kurd. PKK bangeke û îro bi milyonan mirov li ser banga Rêber Apo dimeşin."
Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Daniel Riazat jî got, "Bi navê xwe û li ser navê partiya xwe bi zimanê Kurdî dibêjim, 'Cejna Vejînê pîroz be'. Em her tim moralê ji rêxistina we digrin. Ji ber ku di warê azadiya jinê û zanebûna nasnameya jin de di cîhanê de bûye mînak. Çawa ku piştî gelek salan Neslon Mandela giha azadiya xwe, em bawer dikin ku birêz Ocalan jî rojek were û bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. Ji ber ku riya wî riyek raste."
Di şahiya li Stockholmê de hunermend Comerd, Peywan Arjîn, Girîn, Koma Folklorê ya Ciwanên Zagrosê, Dansa Sema ya şanoger Berçem, Rozerîn Kahraman, Dilşad Hewlêrî û Koma Band Mezopotamya derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.