27'ê Mijdarê li Bodensee hate pîrozkirin

27'ê Mijdara îsal ku salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê ye, li bajarê Bodensee yê Elmanyayê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li Navenda Civaka Kurd a Bodensee pêk hat û bi dehan kes tevlî bûn. Hevserokê berê yê Şaredariya Sûrê Abdullah Demîrbaş tevlî pîrozbahiyê bû.

Demîrbaş piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û bal kişand ser girîngiya dîrokî û rojane ya "Agirê ku li Licê hate pêxistin" û destnîşan kir ku vê pêvajoyê Kurd kiriye aktorekî siyasî yê girîng.

Piştî axaftinan Koma Mîr û ji Çarnewa Serhat û Zinar Sozdar derketin ser dikê.