14 sazî: Divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bang li saziyên navneteweyî kir ku bila ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin.

Ber bi 9’ê Cotmehê ve ku komploya navneteweyî hatibû destpêkirin, Nobeta Azadiyê ya ku dikeve sala 10’an li Strasboûrgê bi coşeke mezin domiya.

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, Dîrektorê Lêkolînê û Navneteweyî yê Sendîkaya UNITE’yê û avakarê Kampanyaa Azadî ji Ocalan re Sîmon Dûbbîns, Rayedarê Sendîkaya UNITE û nûnerê Kampanyaya Azadî ji Ocalan re Clare Baker, Endamê Komîteya Azadî ji Ocalan re a Îtalyayê Prof. Laûra Corradî, Nûnerê Sendîkaya Solîdaîres ê Fransayê, Nûnera TJK-E’yê Besîme Konca, li ser navê Yekîtiya Parastina Heq û Azadiyan a Navneteweyî (AÎDL) Dr. Mohamed Al Shamî, Hevserokê MRAP’ê Renee Le Mîgnot jî tevlî çalakiyê bûn.

14 sazî wê van 3 xalan pêşkêşî CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Meclîsa Parlementeran  a Konseya Ewropayê bike

Divê CPT, parêzer û malbata Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê biçin hevdîtinê û tecrîd were bidawîkirin.

Divê DMEE, Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ji ber ku xala Rêgezên Nelson Mandele bin pê kiriye, zext li Tirkiyeyê were kirin.

Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hêza xwe bi kar bîne û gavên siyasî yên ji bo azadiya Ocalan biavêje.

KONGRA-GEL: DENGÊ XWE BILIND BIKIN

Hevserokê Kongra-Gelê Remzî Kartal diyar kir ku sedema bingehîn a aloziya li Rojhilata Navîn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got “Divê Konseya Ewropayê li gorî raporên CPT’ê tevbigere û ji bo êşkenceya 23 salan a li Îmraliyê bi dawî bibe, înîsiyatîfê bistîne. Gelê Kurd û dostên gelê Kurd dibêjin êdî bes e. Tekane şertê çareseriya li hemû qadan bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan e. ji ber vê jî divê DMEE, Parlementoya Ewropayê, CPT û berpirsyariya kîjan saziyê hebe, divê li gorî berpirsyariya xwe tevbigere.

Dîrektorê Lêkolînê û Navneteweyî yê Sendîkaya UNITE’yê û avakarê Kampanyaa Azadî ji Ocalan re Sîmon Dûbbîns jî bi silavkirina Nobeta Azadiyê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dest bi axaftina xwe kir û got “Nayê qebûlkirin ku Yekîtiya Ewropayê vê daxwazê nebîne û gavên pêwist neavêje. Di konferansa 6’emîn a ji bo Ocalan de ciwanekî mafê axaftinê stend û got ‘Em nizanin rêzdar Ocalan dijî yan na, gelo hûn dizanin’  Mûxatabê vê pirsê îro ev sazî ne yên ku vê êşkenceyê dikin. “

Dûbbîns diyar kir ku li Îngîltereyê 6 milyon endamên wan hene û wî silavê 6 milyon endamên xwe ji Abdullah Ocalan re aniye.

Rayedarê Sendîkaya UNITE û nûnerê Kampanyaya Azadî ji Ocalan re Clare Baker jî diyar kir ku îro li Rojhilata Navîn gelek gel Abdullah Ocalan wekî rêberê xwe qebûl dike û got “Azadiya Abdullah Ocalan wê bibe azadiya Rojhilata Navîn. Ocalan 23 sal in li Îmraliyê de ye û ew mifteya çareseriya li Rojhilata Navîn e. “

Endamê Komîteya Azadî ji Ocalan re a Îtalyayê Prof. Laûra Corradî jî diyar kir paradîgmaya Ocalan ji hemû gelên cîhanê dibe ronahî. Corradî got “Modela wî ya modernîteya demokratîk li hemberî modernîteya kapîtalîst tekane çeka me ye.”

Piştî axaftinan çalakgeran govend gerandin û çûn Qada Arnoldê. Ciwanan li pêşiya Dêra St. Maûreceyê kon û gundekî komun ava kirine û wê li vir mehekê di nobetê de bin. Wê di nobetê de perwerdehî, atolye û komxebat were kirin û bi qasî 200 ciwan wê di nobetê de cih bigirin.