1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê: Canê xwe ji bo mirovahiyê feda kirin

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz ku tevlî pêvajoya avakirina Kobanê bû wiha got, "Li dijî şerê qirêj ku tê gotin, li dijî gelê me çekên kîmyewî tên bikaranîn, divê bi ruhê berxwedana Kobanê em tevbigerin."

Sala 2014'an DAÎŞ'ê, bi piştgiriya paşverûtiya herêmê û dewleta Tirk a mêtinger êriş bir ser Kobanê. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi jin, mêr, extiyar û ciwanên xwe li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke bêeman meşand û di encama berxwedana ji 133 rojan bi dayina bi hezaran şehîdan bajar hate rizgarkirin.

Xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê jî di nav de bi banga rêxistinên demokratîk, akademîsyen, rewşenbîr û nivîskaran ji sala 2014'an û vir ve 1'ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin.

Ji beşdarên jinûve avakirina Kobanê Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz û ji Nûnertiya Berlînê ya Rêveberiya Xweser a Rojava parêzer Ramo Kalo bi wesîleya rojê ji ANF'ê re axivîn.

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz anî ziman ku ji sala 2011'an û vir ve paşverûtiya herêmê bi dewletên mêtinger re hewl dide di navbera gelên Rojhilata Navîn de nakokiyan kûr bike û destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ev polîtîka pûç kir.

Yilmaz bi bîr xist ku berxwedêrên Kobanê ne tenê ji bo hebûna gelê Kurd her wiha ji bo mirovahiyê têkoşiyan û got, "Ev berxwedan ji bo gelên bindest ên li Rojhilata Navîn û cîhanê bû hêvî. Lewma rizgariya Kobanê bûyereke ji rêzê nîne. Ev têkoşîn hîn jî dewam dike. Bi hezaran şehîd hatin dayin, bi vê wesîleyê şehîdên Kobanê bi rêzdarî bi bîr tînim. Bi saya wan Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Asurî û Tirkmen bi hev re jiyaneke hevpar ava kirine. Li eniyê bi hev re têkoşînek hate meşandi, di heman demê de bi îradeya xwe sîstemeke nû ya xwerêvebirinê, jiyaneke nû hate avakirin."

Yilmaz diyar kir ku li Kobanê bi şerê li derveyî mirovahiyê yê li dijî gelê Kurd hate meşandin di heman demê de êriş li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û got, "Bi vî şerî hem xwestin Kurdan bi rengê fîzîkî ji holê rakin hem jî pêşî li pêkhatina Sîstema Konfederal a Demokratîk bigirin. Li dijî zîhiyeta DAÎŞ'ê dewlet û koalîsyonê nekarî tiştekî bike, lê belê gelê Kurd û mirovên ji gelên cuda karîbûn bi vê hêzê. Piştî serketina Kobanê li Ewropayê gelek hêz û derdorê bi paradîgmaya Rêbertî dest bi têkoşînê kir. Kurd ji bo avakirina paşeroja xwe gelekî bi pêş ve çûn. Ev yek encama têkoşîneke kûr a civakî û dîrokî ye ku ji berê ve dewam dike."

'ÎRO JÎ PÊWÎSTÎ BI RUHÊ KOBANÊ HEYE'

Huseyîn Yilmaz ragihand ku hewl tê dayin destketiyên bi serketina Kobanê hatine bidestxistin ji holê bêne rakirin û got, "Şerê îro ewqasî kûr e ku tenê bi dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê nikare bê vegotin. Di navenda şer de dewletên emperyalîst bi xwe hene. Divê ev rastî baş bê dîtin. Li dijî vî şerê qirêj ku li hemberî gelê me çekên kîmyewî tê bikaranîn, divê em bi hev re têbikoşin û bi ruhê berxwedanê yê Kobanê tevbigerin."

Huseyîn Yilmaz bang li ciwanan kir ku pêşengiyê ji vê berxwedanê re bikin.

JI BO PARASTINA MIROVAHIYÊ CANÊ XWE FEDA KIRIN

Nûnerê Berlînê yê Rêveberiya Xweser a Rojava parêzer Ramo Kalo ku bi xwe ji Kobanê ye wiha axivî: "Plana sereke ya hêzên global û herêmî tunekirina destketiyên gelê Kurd bû. Modela kantonên Efrîn, Cizîr û Kobanê ku şêweyê rêxistiniya xwecihî ya demokratîk a gelê Kurd a li Rojava ye, berevajî berjewendiyên dewletên emperyalîst bû. Ji ber rewşa stratejîk a Kobanê, ji bo qutkirina têkiliya navbera kantonên Efrîn û Cizîrê, berê çeteyên DAÎŞ'ê dan ser gelê Kobanê.

Li dijî çeteyên DAÎŞ'ê zêdeyî çar mehan gelê Kobanê bi rengekî destanî li ber xwe da. Ya rast ev berxwedan ji şerê hebûnê jî wêdetir parastina civaka azad, mirovahiya azad bû. Zîhniyeta DAÎŞ'ê ya ku bû bela li serê gelên Rojhilata Navîn û cîhanê li Kobanê têk bir û jin û ciwanên Kurd canê xwe di vê oxirê de feda kirin. Bi wesîleya rojê vê serketinê careke din pîroz dikim."