CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li DYE’yê êrîşî sînagogê hate kirin: 8 kes mirin
Li bajarê Pîttsbûrgh ê DYE’yê bi çekan êrîşî sînagogekê kirin. Hate ragihandin ku herî kêm 8 kes mirine. -
Lijneya Giştî ya KNK’ê: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin
Di civîna Lijneya Giştî ya KNK’ê de nûnerên partiyên siyasî û delegeyan bal kişandin ser yekîtiya gelê Kurd û diyar kirin ku divê Kurd roj berî rojekê yekîtiya xwe ava bikin. -
Pûtîn û Macron beriya civîna Stenbolê bi telefonê axivîn
Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron beriya civîna çar alîya li Stenbolê bi telefonê bi hev re axivîn. -
Dor li Îranê teng dibe
Dorpêça aborî û siyasî ya li ser Îranê tengtir dibe. Zextên DYA'yê ku sektora petrolê ya Îranê kirî hedefa xwe ji 4'ê Mijdarê û wir ve wê dest pê bike. -
Li Xazzeyê êrîşa bi roket û hewayî pêk hat
Li Şerîda Xazzeyê piştî ku artêşa Îsraîlê 5 Filîstînî kuştin vê sibê li dijî xaka Îsraîlê bi dehan roket hatin avêtin. Artêşa Îsraîlê jî bi bombeberanê bersiv da. -
Oxfam: Li Yemenê di nava sê seatan de sivîlek dimire
Li gorî xebata saziya bi navê Oxfam ku navenda wê li Londrayê ye, li Yemenê ji ber şerê navxweyî di nava sê seatan de sivîlek dimire û banga rawestandina firotina çekan a ji bo Siûdiyan hate kirin. -
Li Urdunê bîlançoya baranê giran dbe
Li Urdunê ji ber baranê rê hilweşiyan û bîlançoya baranê giran dibe, herî kêm 21 kes mirin. -
Ji ber êrîşa artêşa Îsraîlê 4 Filîstînî mirin
Artêşa Îsraîlê dîsan êrîşî çalakiya protestoyê ya li Şerîda Xezzayê kir. Di êrîşê de 4 Filîstînî mirin. -
DYA'yê Pûtîn vexwend Washîngtonê
DYA'yê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn vexwend Washîngtonê. -
Koreya Bakur û Başûr wê 22 cihên leşkerî rakin
Koreya Bakur û Başûr li hev kirin ku 22 cihên nobedên leşkerî yên li ser sînor rakin. -
Serokwezîrê nû yê Iraqê: Em ê nebin hevkarê zextên li ser Îranê
Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Evdilemehdî Pêncşemê civîna Desteya Wezîran pêk anî. Evdilmehdî piştî civînê got, ew ê nebin parçeyek ji ambargo û zextên DYA'yê yên li ser Îranê. -
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê li ser Sûriyeyê bicive
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, piştî ku rejîma Şamê nîqaşa li ser Destûra Bingehîn a nû red kir, vê Înê dicive. -
Li Çînê êrîşa bi kêrê: 14 zarok birîndar bûn
Li rojhilatê başûr ê Çînê li baxçeyeke zarokan jinekê bi kêrê 14 zarok birîndar kirin. -
Li Yewnanîstanê erdheja bi şîdeta 6.8 pileyî
Li peravên girava Zante ya Yewnanîstanê bi şîdeta 6.8 pileyî erd hejiya. -
Macron û Trûmp li ser Sûriyeyê helwesteke hevpar nîşan dan
Serokkomarê Fransayê Emmaûel Macron û Serokê DYA'yê Donald Trûmp beriya civîna bilind a li ser Sûriyeyê ku wê roja Şemiyê li Stenbolê pêk were, ji bo helwesteke hevpar nîşan bidin, bi hev re axivîn. -
Li Urdunê ji ber baranê herî kêm 17 kes mirin
Li Urdunê ji ber ku baranê zêde dayê rê xera bû otobusekê qeza kir. Herî kêm 17 kes mirin. Kesên di otobusê de xwendekar bûn. -
Gel naxwaze cenazeyê Franco yê faşîst li nava dêrê bê veşartin
Malbatên mirovên ku li Spanyayê di dema dîktatoriya Franco de hatin kuştin, ji bo cenazeyê dîktator li nava dêrê neyê veşartin, daketin qadan. -
Li Meksîkayê goreke din a komî hate dîtin
Li Meksîkayê goreke din a komî hate dîtin ku cesedê gelek kesan lê veşartîne. -
Qezaya keştiyê: Sotemenî li peravên Fransayê belav bû
Ji ber qezayeke keştiyan a li Derya Spî ku destpêka vê mehê rû da û sotemenî li derdorê belav bû, peravên Fransayê gemarî bûn. -
NY: Li Yemenê bi dehan sivîl mirin
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, li Yemenê di bomberdûmanekê de bi dehan sivîl mirine. -
Li St. Gallenê tecrîd hate protestokirin
Li bajarê St. Gallenê yê Swîsreyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. -
Kurd û dostên wan ji bo Ocalan dadikevin qadan
KCDK-E bangî meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir a ku ew ê li Ewrûpa, Kanada, Avûstralya , Japonya û li gelek navendan were lidarxistin. -
NATO wê bi 50 hezar leşker û 250 balafiran tetbîqatê bike
Tetbîqata mezin a NATO'yê wê roja Pêncşemê li Norwêcê bê kirin. 31 dewlet wê tevlî bibin. -
Cara yekê jinek bû Serokkomara Etiyopyayê
Parlamenterên Etiyopyayî li şûna Serokkomarê ku îstifa kir, yekemcar jinek hilbijartin. -
Paketek ku guleya topê tê de bû ji komeleyekê re hate şandin
Li paytexta Fransa Parîsê, paketek ku topek û sê qalikên vala yên fîşekê tê de bûn ji komeleya Emmausê re hate şandin.