Li DYE’yê êrîşî sînagogê hate kirin: 8 kes mirin

Li bajarê Pîttsbûrgh ê DYE’yê bi çekan êrîşî sînagogekê kirin. Hate ragihandin ku herî kêm 8 kes mirine.

Li gorî nûçeyên çapemeniya DYE’yê îro sibehê kesekî çekdar hatiye sînagogê û gotiye ‘Bila hemû Cihû bimirin’ û gule li kesên li sînagogê reşandiye.

Di êrîşê de 8 kes mirine û polîs jî nav de gelek kes birîndar bûne.

Li gorî saloxên kesên nêzî polîsan, êrîşkar bi birîndarî hatiye girtin. Hate ragihandin ku di êrîşê de 3 polîs birîndar bûne.

Hate ragihandin ku di dema êrîşê de ayîn dihate kirin û gelek kes li sînagogê bûne.