Li Xazzeyê êrîşa bi roket û hewayî pêk hat
Li Şerîda Xazzeyê piştî ku artêşa Îsraîlê 5 Filîstînî kuştin vê sibê li dijî xaka Îsraîlê bi dehan roket hatin avêtin. Artêşa Îsraîlê jî bi bombeberanê bersiv da.
Li Şerîda Xazzeyê piştî ku artêşa Îsraîlê 5 Filîstînî kuştin vê sibê li dijî xaka Îsraîlê bi dehan roket hatin avêtin. Artêşa Îsraîlê jî bi bombeberanê bersiv da.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku şevê din ji Şerîda Xazzeyê li dijî avahiyên Îsraîlê yên li başûr bi dehan roket hatine avêtin.
Artêşê diyar kir ku ji ber sîstema parastina hewayê ya Îsraîlê Iron Dome pêşî li êrîşa roketan hatiye girtin û wiha hate gotin; “Fîşekên roketan li eraziya vale ya ji derveyî jîngehan ketin.”
Piştî çend mehan ev cara destpêkê ye ku ji Şerîda Xazzeyê li dijî xaka Îsraîlê gelek roket hatin avêtin.
Duh di çalakiya protestoyê ya Filîstîniyan de artêşa Îsraîlê êrîş pêk anîbû û 5 Filîstîniyên ku temenê wan di navbera 22-27 de kuştîbûn.
Filîstînî ji 30’ê Adarê ve her hefte roja Înê li Şerîda Xazzeyê li dijî Îsraîlê çalakiyan li dar dixin. Heta niha herî kêm 212 Filîstînî hatine kuştin û leşkerekî Îsraîlê jî hatiye kuştin.