CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Bêhn li bajaran çikiya ye, lê derdê Merkel pere ye
Hikumeta Elman ku bi fikar e wê karê li sektora otomotîvê kêm bibe, hewl dide ku qedexeya li ser bikaranîna wesayitên bi motora dîzel a li gelek bajaran betal bike. -
Rûsyayê li ser fuzeyên Amerîkayê hişyarî da Ewropayê
Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn, piştî ku li ser Peymana Hêza Nukleerî ya bi Menzîla Navîn (INF) bi DYA re alozî derket, hişyarî da ku wê welatên Ewropayê yên destûrê bidin fuzeyê Amerîkayê bikin hedef. -
Parlamenta Iraqê 14 wezîrên nû pejirand
Parlamenta Iraqê dengê 'pêbaweriyê' da gelek endamên Desteya Wezîran ku Adil Abdulmehdî pêşkêş kir. -
Raportorê NY'ê: Qirkirina li Myanmarê dewam dike
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, hewldana 'qirkirinê' ku par li dijî hindikahiya Rohîngyayê dest pê kir, hîn jî dewam dike. -
Trûmp: Li DYA'yê cihê çalakiyên şîdeta siyasî nîne!
Piştî ku pakêtên bi guman ji serokê berê yê DYA'yê, wezîra berê û qenala CNN re hatin şandin, Donald Trûmp got; ew ê rê nedin êrîş û gefên siyasî re. -
Li Zurîh, Basel û Marsîlyayê ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin
Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto dikin. -
Li DYE’yê tevdîra pakêta teqemeniyê: Ofîsa CNN’ê hate valakirin
Li buroya serokê berê yê DYE’yê Barack Obama, mala namzetê serokiyê Hîllary Clînton û ofîsa CNN’ê ya li New Yorkê jî tê de alarma pakêta gumanbar hate dayîn. -
Li Îranê di meha Cotmehê de 23 kes hatin darvekirin
Li Îranê nerazîbûnên li dijî pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî zêde dibin. Di heman demê de jî darvekirin zêde bûn. Tenê di nava meha Cotmehê de herî kêm 23 kes hatin darvekirin. -
Li gorî Îranê, kuştina Kaşikçi bêyî desteka DYA'yê nepêkan e
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî îdîa kir ku kuştina Cemal Kaşikçi li Konsolosxaneya Siûdî ya li Stenbolê, bêyî desteka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nepêkan e. -
Filîstîniyek li Şerîa Rojava hate kuştin
Hate ragihandin, Filîstîniyek li Şerîa Rojava ji ber guleyên leşkerên Îsraîlê miriye. -
HRW: Li Filîstînê êşkence sîstematîk e
Rêxistina Çavdêr a Mafên Mirovan (HRW) ragihand, êşkenceya sîstematîk li muxalîfên Filistînî tê kirin. -
Neteweyên Yekbûyî di şerê dijî tiryakê de bi ser neket
Li gorî raporekê Neteweyên Yekbûyî (NY) di şerê dijî tiryakê de bi ser neketiye. Salên dawî hem hilberîna wê, hem jî bazirganî û mezaxtina wê zêde bûye. -
Lîsteya hikumeta nû ya Iraqê wê pêşkêşî Meclîsê bê kirin
Adil Abdulmehdî ku ji bo avakirina hikumeta nû hate wezîfedarkirin, wê lîsteya endamên desteya nû ya wezîran roja Çarşemê pêşkêşî parlamenta Iraqê bike. -
Haddad: Ji bo têkçûna faşîzmê heta dawiyê em ê têbikoşin
Namzetê seroktiyê yê Brezilyayê Fernando Haddad got, li dijî faşzîmê ya ku namzetê rastgir Jaîr Bolsonaro nûnertiya wê dike 'heta dawiyê' wê têbikoşe. -
Şîroveya Trûmp a li ser Kaşikçi: Rojhilata Navîn cihekî gemarî ye
Serokê DYA'yê Donald Trûmp li ser skandala bûyera Cemal Kaşikçi daxuyaniyeke nû da û got, "Operasyona herî nebaş a nixumandinê." Trûmp ji bo Rojhilata Navîn jî peyva "gemarî" bi kar anî. -
Kavilê kevntirîn keştiya bazirganiyê ya cîhanê hate dîtin
Kavilê keştiya bazirganiyê ku li peravên Bûlgarîstanê hate dîtin, tê texmînkirin ku ya şaristaniya Yewnan a Antîk e. Tê gotin, emrê vê keştiyê herî kêm 2400 sal e. -
Li gorî Îranê zextên aborî wê îxracata petrolê ranewestînin!
Wezîrê Petrolê yê Îranê Bîjan Zangeneh got, zextên aborî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wê nikaribin îxracata petrolê ya Îranê rawestînin. -
Li Cezayîrê di maça futbolê de 80 kes birîndar bûn
Li Cezayîrê di dema maçeke şampiyoniyê de şer derket û 80 kes birîndar bûn ku 30 jê polîs in. -
Ji Şerê Sar û vir ve tetbîqata herî mezin a NATO'yê
Hevalbendiya Atlantîkê ya Bakur NATO wê roja Pêncşemê li cîranê Rûsyayê Norwêcê ji Şerê Sar û vir ve mezintirîn tetbîqeta leşkerî bike. Derdora 50 hezar leşker wê li tetbîqatê hazir bin. -
NY: Dibe ku 14 milyon kes li Yemenê birçî bimînin
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku eger rewşa li Yemenê bi vî rengî dewam bike, dibe ku mehên bê 14 milyon kesên li vî welatî birçî bimînin. -
Fikarên li ser daxuyaniya Trûmp a derbarê INF'ê zêde dibin
Rûsyayê bersiveke tund dabû daxuyaniya Serokê DYA'yê Donald Trûmp a ji bo vekişîna DYA ya ji peymana nukleerê. Trûmp jî bi heman rengî bersiv da Rûsyayê. -
Di êrîşa Talîbanan de generalekî Amerîkî birîndar bû
Hate ragihandin ku hefteya borî li Kandaharê ya başûrê Efxanîstanê generalekî Amerîkî di êrîşa Talîbanan de birîndar bûye. -
Li Iraqê wezîrên hikumeta nû diyar bûn
Hate îddîakirin ku Adil Abdûlmehdî yê ku ji bo avakirina hikumeta nû ya Iraqê hatibû erkdarkirin wezîrên hikumeta nû diyar kir. -
YE bang li Rûsya û Amerîkayê kir ku bila li gorî peymana nukleer tevbigerin
Piştî ku hate diyarkirin ew ê DYE xwe ji Peymana Hêzên Nukleer a Menzîla Navîn vekişîne, Yekîtiya Ewrûpayê bang li DYE û Rûsyayê kir ku bila diyalogê bidomînin. -
Bîlançoya hilbijartina kaotîk a li Afganîstanê
Gelê Afgan 20 û 21'ê Cotmehê ji bo hilbijartina giştî deng da. Bombe, dek û dolab û kêmasiyên teknîkî mohra xwe li hilbijartina du rojan xist.