CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Berlînê li dijî nijadperestiyê mîtînga mezin
Li paytexta Elmanya Berlînê li dijî nijadperestiyê bi sedhezaran kes derket kolanan. -
Li Endonezyayê karesateke din pêk hat
Piştî erdhej û tsûnamiya li girava Sîlawesî ya Endonezyayê da û şûnde, vê carê jî lêh li girava Sûmatra rabû û erd şemitî, bi kêmanî 21 kes mirin. -
Di navbera DYA û Talîbanan de hevdîtin pêk tên
Tevgera Talîban a Afganistanê ragihand ku li Qeterê bi sefîrê Amarîkayê re li hev civiyan e. -
Li Hîmalayayê 9 çiyager mirin
Li Çiyayên Hîmalayayê ji ber hezîna axê 9 çiyageran mirin. -
Îzlanda ji bo darizandina sûcdarên qirkirinê zagonan amade dike
Îzlandayê ji bo darizandina sûcên qirkirin, şer û mirovayetiyê yên li welatên din pêşnûmayeke zagonan amade kir. -
Li sînorê Xezzayê 6 kes hatin kuştin
Duh di çarçoveya Meşa Mezin a Vegerê de li rojhilatê sînorê Xezayê leşkerên Îsraîlê êrîşî çalakiya Filistîniyan kir û 6 kes kuştin bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Manîfestoya mafê kurtajê ya bi sedan jinên Ewrûpayê
Li welatên Ewrûpayê ya ku siyasetmedarên nijadperest û dijminên jinan derdikevin pêş, bi sedan jinan ji bo parastina mafê kurtajê manîfesto weşandin. -
Li Nîjêryayê nêzî hezar zarokên çekdar vegeriyan malên xwe
Li Nîjeryayê hêza milîsan a bi navê CJTF ya ku li dijî çeteyên Boko Haram têdikoşe, biryar da ku gelek zarokên çekdar ên di bin banê xwe de serbest berde. -
Di bahoza Mîchaelê de 13 kes mirin
Bahoza Mîchaelê li gelek eyaletên DYA da û rê li ber xisaran vekir. Hate ragihandin ku 13 kes mirine. -
Pompeo banga berdana welatiyên din ên Amerîkayê li Tirkiyeyê kir
Wezîrê Karê Derve yê DYA Mîke Pompeo bang li hikumeta Tirk kir ku erkdarên dîplomatîk û Amerîkayên din ‘bi lez berde’. -
Li sînorê Xeze-Îsraîlê 5 Filistînî mirin
Welatiyên Xezeyê mîna her Înê îro jî çalakiyên xwe yên li ser sînor domandin.Li gorî çavakniyên Filistînî, li ser xeta sînoran 5 Filistînî mirin. -
Li Ûganda erd şemitî: Bi kêmanî 34 kes mirin
Ji ber barana zêde ya roja Pêncşemê li rojhilatê Ûgandayê erd heziya û bi kêmanî 34 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Îran li çareseriya krîzên aborî digere
Piştî guşarên DYA’yê ya li Îranê, Îran dest bi hildana zend û bendan kiriye ji bo çareseriya krîzan. Duh şev saziyên rejîma Îranê di bin serokatiya Lîdarê Rûhanî Seyîd Alî Xamneyî de li hev kom bûn. -
Li Elmanyayê ji bo şîrketan qenciya 'sivikkirina bacê'
Li Elmanya kêmkirina ji alîkariya herî kêm a bi sedhezaran karkerî dibe sedema bertekan û ji bo kardaran kêmkirina bi bihayê bi dehan milyon dolarî a bacê û prîman tê xwestin. -
Li Tûnûsê nîjadperestî hate qedexekirin
Li Tûnûsê pêşnûmeyeke ku nîjadperestiyê qedexe dike hate pejirandin. Reşikên Tûnûsê bi gotina ‘Qanûneke dîrokî ye’ keyfxweşiya xwe anîn ziman. Tûnûs bi vê qanûnê re di cîhana Ereban de bû welatê pêşî ku nîjadperestî qedexe kirî. -
Li Spanyayê muçeyê kêmtirîn wê bi rêjeya 20 ji sedî zêde bibe
Li Spanyayê, Partiya Sosyalîst a desthilatdar û partiya çepa mûxalîf Podemos li hev kirin. Bi vê lihevkirinê re tê xwestin ku muçeyê kêmtirîn bi rêjeya 20 ji sedî bê zêdekirin. -
Eyaleta Washîngtonê li ber cezayê îdamê rabû
Dadgeha Bilind a Eyaleta Washîngtonê hikum da ku cezayê îdamê bi rengekî "kêfî" û "nîjadperestî" tê bicihanîn û diyar kir ku ev yek li destûra bingehîn nayê. -
Li Siwîsrê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Bi armanca şermezarkirina komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan li bajarê Aarau û St. Gallenê çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de ji Ocalan re azadî hate xwestin. -
Li Endonezyayê encama erdhejê: 2.073 mirî, 5 hezar winda
Li Endonezyayê piştî erdhej û tsûnamiyê lêgerînên ji bo rizgarikirinê hatî destpêkirin bi encam bûn. Li gorî bîlançoya dawî herî kêm 2.073 term ji bin xirbeyan hatine deranîn û 5 hezar kes hêj winda ne. -
Li Swêdê ji bo azadiya Ocalan kon hate vegirtin
Ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo xwestina azadiya Ocalan li bajarê Helsînborgê yê Swêdê kon hate vegirtin. -
Li Konseya Ewrûpayê li ser tecrîdê konferans hate lidarxistin
Ji bo balkişandina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê konferansek hate lidarxistin. -
Bi saya gerstêrka biçûk dibe ku gerstêrka 9. bê dîtin
Hate ragihandin, gerstêreke biçûk a ku sala 2015'an hate kifşkirin, ji bo tespîtkirina gerstêrka 9. a li nava Sîstema Rojê, qonaxeke girîng e. -
Afetên xwezayî bi du qatî zêde bûn
Ji bo pêşî li germahiya global were girtin, welatên cîhanê dikin nakin li ser tedbîran li hev nakin. Ji ber vê yekê jî xisarên ji ber afetên xwezayî rû didin sal bi sal zêde dibin. -
Dibe ku du ji sê parên zeviyên li Îranê ji holê rabin
Krîza avê ya li Îranê ku ji ber polîtîkayên şaş rû da, giran dibe. Tê gotin, dibe ku du ji sê parên zeviyên li Îranê ji holê rabin. -
Li Iraqê krîza avê kûr dibe: Îranê av qût kir
Îranê ava li ser Îraqê qût kir. Li Iraqê li hinek bajaran bi kêmbûna avê re pirsgirêk zêdetir bûn.