CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Baranê li Nîkaragûayê şidand: 14 kes mirin
Li Nîkaragûayê, ji destpêka vê mehê ve ji ber barana şid û rabûna çem 14 kes mirine. -
Rêjeya dengê Bolsonaro zêde dibe
Jaîr Bolsonaro yê rastgirê tund, ku di tûra destpêkê ya hilbijartina Serokkomariyê ya Brezîlyayê de bû yekemîn, li gorî anketan di tûra duyemîn de wê dengê xwe zêdetir bike. -
Pûtîn: Eger êrîş bê kirin em ê bombeya atomê bi kar bînin
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn gef xwar û got, eger êrîşeke gengaz li dijî welatê wan bê kirin, ew ê jî bi bombeya atomê bersivê bidin. -
Partiyên desthilatdar ên li Elmanyayê qels dibin
Partiyên koalîsyonê yên li Elmanyayê ku rêjeya dengê wan ê beriya salekê 53,5 bû, tê gotin ku eger îro hilbijartin were kirin wê kêm bikin û nikarin bi tena serê xwe bibin desthilatdar. -
Zexta ji ber bûyera Kaşikçi li Sîûdî tê kirin giran dibe
Îdîayên li ser kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi li konsolosxaneyê êdî nayên veşartin. Zexta li ser rêveberiya Riyadê giran dibe. -
Hevrikê Talîbanan hate kuştin: Dibe ku metirsî zêde bibe
Tê gotin, kuştina Abdul Razik Axakzayî ku li dijî Talîbanan têdikoşiya, wê bibe sedem ku rêveberiya navendî qels bibe. -
'Divê polîtîkaya Ewropayê ya li ser penaberan hîn însanî be'
Saziya ramanê ya bi navê Terra Nova û Enstîtuya Montaîgneyê raporek amade kirin û diyar kirin ku divê welatên Yekîtiya Ewropayê hîn bi rengekî însanî nêzî penaberan bibin. -
Ji ber mercên xirab ê hewayê ya li Tûnûs 5 kes mirin
Ji ber mercên xirab ê hewayê ya ku ji roja Çarşemê ve li Tûnûsê bû sedema mirina 5 kesan, 2 kes jî winda bûne. -
Li gorî lêkolînekê herî zêde baytar xwe dikujin
Lêkolînerên Emerîkayî diyar kirin ku xwekuştinên baytaran 4 car ji yên mayî zêdetir e. -
Nîjatperest wê nikaribin biçin Fuara Pirtûkan a Helsînkiyê
Wê nehêlin ku Weşanxaneya Kîaûs ku diyar bû bi rêxistinên nîjatperest re têkildar e, tevlî Fuara Pirtûkan a li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bibe. Fuar wê di navbeyna 26-28'ê Cotmehê de pêk were. -
Rûsya dixwaze bi YE'yê re jinûve dest bi 'diyaloga enerjiyê' bike
Ji krîza Ûkrayna û vir ve danûstandinên enerjiyê yên navbera Rûsya û Yekîtiya Ewropayê (YE) qut bûne. Moskowa hewl dide vê diyalogê jinûve bide destpêkirin. -
Li Brezîlyayê şensê hilbijartina Bolsonaro zêde dibe
Li Brezîlyayê wê 28'ê Cotmehê tûra duyemîn a hilbijartina serokdewletiyê bê kirin. Şensê serketinê yê namzetê rastgir û mîlîtarîst Bolsonaro zêde dibe. -
Yekîtiya Ewropa û Brîtanya dikin nakin li hev nakin
Brîtanya Mezin wê meha Adarê ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve. Hewldanên lihevkirinê yên navbera Brîtanya mezin û 27 welatên din bê encam dimînin. -
Di êrîşa li Qirimê de 18 kes mirin
Di teqîna li dibistanekî pîşeyî ya Qirimê de 18 kes mirin. -
Li Qirimê 10 kes ji ber teqînê mirin
Li dibistaneke bajarê Kerçê ya Qirimê teqîn pêk hat û herî kêm 10 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Li Hîndîstanê 80 kesên din bi vîrûsa Zîkayê ketin
Hate ragihandin, li Hindîstanê ji meha borî ve 80 kesên ku bi vîrûsên Zîkayê ketine tespît bûne. Hate gotin 22 ji kesên ku vîrûs di wan geriyaye jinên ducanî ne. -
Wezîrê petrolê yê Îranê: Bila DYA ambargoyan bi dawî bike
Wezîrê petrolê yê Îranê Bîjen Zengene diyar kir ku piyaseya petrolê bi fikar e û xwest bila DYA ambargoyê bi dawî bike. -
Rêveberiya Tehranê hewara xwe gihand Îslamabadê
Rejîma Îranê ji bo 14 leşkerên xwe yên li eyaleta Sîstan û Belûcîstanê hatin revandin, daxwaza alîkariyê ji rêveberiya Îslamabadê kir. -
Guantanamo bi kêmanî 25 salên din wê vekirî bimîne!
Amîralê Amerîkî John Rîng got, girtîgeha Guantanamo bi kêmanî 25 salên din wê vekirî bimîne. -
Erka Fîlîstîniyan a li Neteweyên Yekbûyî zêde bû
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî erkên nû yên qanûnî da Fîlîstîniyan ku statuya wan statuya çavdêriyê ye. Li gorî vê yekê, Fîlîstîn wê sala 2019'an karibe bi erka serokatiya G-77'an jî rabe. -
Îsraîlê bombe li Xezayê barand
Balafirên şer ên Îsraîlê bombe li hin deverên Xezayê barandin. Nayê zanîn bê tiştek bi kesî hatiye yan na. -
Hejmara qurbaniyên bahoza Mîchaelê zêde dibe
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji ber bahoza Mîchaelê herî kêm 30 kes mirin. -
Li Somaliyê bomberdûmana DYA'yê: Bi dehan çeteyên El Şebab mirin
Artêşa Amerîkayê bi balafiran bombe li çeteyên El Şebab ên li Somaliyê barand. Tê gotin ku nêzî 60 çete hatine kuştin. -
Li Ermenîstanê krîza hikumetê
Nîkol Paşîniyan ku piştî xwepêşandanên mezin bû serokwezîr, doh ji nişka ve îstifa kir. Bi vê yekê re hilbijartina pêşwext kete rojeva Ermenîstanê. -
Artêşa Myanmarê Facebook ji bo paqijiya etnîkî bi kar aniye
Li gorî nûçeya rojnameya New York Tîmes (NYT), artêşa Myanmarê li dijî gelê Rohîngyayê bi medya civakî bi kar aniye û bi rêya vê yekê qirkirin, hêrs û şîdet sor kiriye.