CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Siûdî naxwaze ambargoya petrolê deyne ser mişteriyên xwe!
Erebîstana Siûdî ragihand, ew naxwazin mîna sala 1973'an ambargoya petrolê deyne ser muşteriyên xwe yên rojavayî. -
Li Endonezyayê bendav gefê li cûreyekî kêmdîtî yê orangûtan dixwe
Bendava hîndroelektrîk gefê li prîmatekî kêmdîtî orangûtanê Tapanûlî dixwe ku li daristana tropîkal a girava Sûmatra ya Endonezyayê ye. -
Li Kanadayê bi hêza 6.7 pileyî erd hejiya
Rojavayê Kanadayê bi şîdeta 6.7 pileyî erd hejiya. -
Hejmara mirovên li Endonezyayê mirin bû 2.256 kes
Ajansa Afetê ya Neteweyî ya Endonezyayê (BNPB) ragihand, ji ber erdhej û tsûnamiya ku 28'ê Îlonê rû da, 2 hezar û 256 kes mirine. -
Bi rêya 'teyrên sîxur' wê pêşî li seyda qedexekirî bê girtin
Ji bo pêşî li seyda qedexekirî ya li deryayê were girtin, rê û rêbazeke nû hate peydakirin. Ji bo keştiyên ku derdikevin vê seydê werin şopandin, wê 'teyrên sîxur' bên bikaranîn. -
Rûhanî navên wezîrên nû da meclîsê
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî navên 4 kesên ji bo 4 wezaretên vala bûyî diyar kir, pêşkêşî meclîsê kir. -
Gef û daxuyaniyên DYA û Rûsyayê yên li ser 'peymana nukleerî'
Serokê DYA'yê Donald Trûmp diyar kir ku Rûsya, "Peymana Nukleerî ya Menzîla Navîn” binpê kiriye, lewre ew ji peymanê vedikişin. Rûsyayê jî ji bo vê daxuyaniya Trûmp got, "gaveke metirsîdar e." -
Meksîkayê deriyên xwe li jin û zarokên ji Hondûrasê vekir
Bi hezaran penaber ji bo derbasî nava DYA'yê bibin li ser sînorê Gûatemala-Meksîkayê li hev civiyan. Rayedarên Meksîkayê deriyên xwe li du komên ji 40 kesî vekirin ku jin û zarok in. -
Li Afganîstanê 36 kes hatin kuştin
Li Afganîstanê, jimartina dengên hilbijartinên giştî dest pê kir. Ji ber êrîşên di dema hilbijartinê de hatin kirin 36 kes mirin. -
Li Efganistanê êrîş 9 kes mirin 123 kes birîndar bûn
Li Efganistanê li dijî navendên dengdana ji bo hilbijartinê êrîş pêk hat. Di van êrîşan de 9 kes mirin. -
Penaber li Meksîkayê hatin sekinandin
Penaberên ji Hondurasê ku ber bi DYA’yê ve ketibûn rê, bi zextên Qesra Spî li Meksîkayê hatin rawestandin. -
Lûnnebach: Qedexeya li ser PKK’ê piştî îstîsnayê bû zagon
Li Berlînê konferansa qedexeya li ser PKK’ê didome. Parêzerê Kurdên li Elmanyayê Edît Lûnnebach got ku, “Astengî û qedexeya li ser Kurdan bi îstîsnayê dest pê kir û di nava demê de ev bû zagon.” -
Li Teywanê bi deh hezaran kes ji bo serxwebûnê meşiyan
Li paytexta Teywanê Taîpeiyê bi deh hezaran dilxwazên serxwebûnê derketin kuçeyan. -
Li Qabûlê li dijî buroyên dengan êrîşên bombeyî pêk hat
Li Efxanistanê gel ji bo hilbijartinên giştî çû ser sindoqan, li paytext Qabûlê jî li dijî buroyên dengan teqîn pêk hat. -
Ji bo referandûmeke nû li Londrayê meş hate lidarxistin
Ji her çar aliyên Keyîtiya Yekgirtî ji bo referandûmeke nû ya têkildarî Brexîtê li Londrayê mirov hatin ba hev. -
Kê ji daxuyaniya Riyadê bawer kir, wê bes be?
Piştî ku Siûdî piştrast kir ku Cemal Kaşikçi hatiye kuştin, helwestên cuda derbûn. -
Parlamentoya Makedonyayê navê welat guherand
Parlamentoya Makedonyayê navê ku beriya niha di dengdayîna gel de hatibû qebûlkirin, pejirand. -
Siûdî Erebistan: Dema 'xirecira' li konsolosxaneyê Kaşikçi mir
Siûdî îdîayên kuştina rojnameger Cemal Kaşikci ya li Konsolosxaneya Stenbolê piştî 3 hefteyan şûnde qebûl kir. -
Tedbîqata DYA-Koreya Başûr hate belatkirin
Tedbîqata leşkerî ya hevpar a DYA-Koreya Başûr a ji bo kêmkirina aloziyan ji ber nerazîbûna Koreya Bakur hate betalkirin. -
Assange hikûmeta Ekvatorê dibe darizandinê
Damezirînerê Wîkîleaksê Julîan Assange ku ev ji 6 salan zêdetir e li sefaretxaneya Ekvatorê ya li Londrayê penaberê siyasî ye, wê li dijî hikûmetê ku ji bo wî ji sefaretxaneyê derxîne, mafê wî sînor dike, dozê veke. -
Bloomberg: May di mijara Irlandaya Bakur de gav bi paş de avêt
Hate gotin li gel gelek danûstandinên nav heftiyê jî Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May li ser stayûya YE û Irlandaya Bakur li hev nekir amade ye ku bi paş ve gav bavêje. -
NÛ BÛ- Di çalakiyên Şerîda Xezeyê de 77 Filistînî birîndar bûn
Di çalakiyên protestoyî yên li herêma Şerîda Xeze ya navbera Filistîn û Îsraîlê de 77 Filistînî birîndar bûn. -
NÛ BÛ- Li Hindistanê trenek pê li welatiyan kir: 50 kes mirin
Li Eyaleta Pencap a Hindistanê, dema cejneke ya Hindiyan dihate pîrozkirin, trenekê pê li welatiyên li ser rayên trenê bûn, kir. Hate ragihandin ku di bûyerê de 50 kes mirine. -
Îsraîlê li ser sînorê Xezeyê tankên leşkerî zêde kirin
Artêşa Îsraîlê li ser sînorê Şerda Xeze û Îsraîlê bi dehan tank bi cih kir. -
Civîna YE’yê ji bo Brexitê çareserî nedît
Yekîtiya Ewropayê (YE) li Brukselê civiya, bêyî ku çarseriyeke berbiav ji qeyrana Brexitê re bibîne belav bû.