CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Penaberên ji Tirkiyeyê diçin, Yewnanîstanê dixin nava fikaran
Ligel peymana li ser penaberan ku Tirkiyê bi YE'yê re mohr kir, hejmara penaberên ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bûn li gorî sala borî 40 ji sedî zêde bû. Li hemberî vê zêdebûnê ne YE, ne jî UNCHR çareseriyeke mayînde dibînin. -
Ambargoya li ser Venezûlayê rê li ber encamên giran vedike
Ambargoya DYA'yê ya li ser Venezûelayê giran dibe. Ji sala 2017'an û vir ve 550 hezar welatiyên Venezûealyê xwe li Perûyê girtin. -
Îran hat tecrîdkirin!
Pêla duyemîn û dawî ya ambargoya DYA'yê ya li ser Îranê êvara Yekşemê dikeve meriyetê. Kî bi Îranê re kar bike, dibe ku bikeve ber ambargoya DYA'yê. -
Li Stûttgartê li dijî şer çalakî: Çekan nefiroşin Tirkiyeyê!
Organîzasyonên li Elmanya yên li dijî şer û çekan, li Stûttgartê mîtîngek kirin, ji bo aştiyê banga rabûna ser lingan hate kirin. -
Ji ber rewşa xirab a hewayê li Îtalyayê 20 kes mirin
Ji ber rewşa hewya xirab a vê heteyê ya li Îtalyayê bi kêmanî 20 kes mirin. -
Şerê li Yemenê: NY hişyariya ‘karesatê’ da
Li Yemenê şerê di navbera Hûsî û hêzên hikûmetê de, ku Siûdî piştgiriya wan dike bi hemû dijwariya xwe didome, Netewên Yekbûyî got li welat 14 mîlyon kes birçî ne û banga rawestandina şer kir ku beriya ‘karesatek’ çêbibe. -
Trûmp: Bi Çînê re wê peymana bazirganî were kirin
Serokê DYA'yê Donald Trûmp ku bi bacên zêde yê li ser Çînê 'şerê bazirganî' li dijî Çînê dabû destpêkirin, got li ser peymana nû ya bazirganî ya bi Çînê re, ew 'başbîn' e. -
Li dijî guşarên Îranê Ewropayê daxuyanî hevpar da
Piştî ku DYA'yê piştrast kir ku guşarên DYA'yê yên li ser Îranê wê 5'ê Mijdarê dest pê bikin, YE'yê û sê welatên mezin ê Ewropayê daxuyanî hevpar dan û gotin ew alîgir in ku bazirganiya bi Îranê re were parastin. -
‘Bavê’ Talîbanan hate kuştin
Samî-ûl Hak ê ku ji ber waneyên olî dida gelek rêveberên tevgera Talîban û weke ‘Bavê Talîbanan’ tê naskirin li Pakistanê kuştî hate dîtin. -
Guşarên DYA’ yên li ser Îranê Dûşemê destpê dike
Rêveberiya Washîngtonê ragihand ku wê roja Dûşemê guşarên li ser Îranê ji nû ve bi fermî destpê bike. -
Li Misrê li dijî Kiptiyan êrîş: 7 kes mirin
Li Misrê li dijî otobusa şêniyên Kiptiyên Xiristiyan tê de bûn êrîşek pêk hat û di êrîşê de 7 kes mirin. -
Li Ermenîstanê wê 9'ê Kanûnê hilbijartina pêşwext bê kirin
Li Ermenîstanê ji meha Nîsanê ve krîza hikumetê heye. Piştî ku roja Pêncşemê parlament hate betlkirin, hilbijartinên pêşwext ji bo meha Kanûnê hate taloqkirin. -
Çeteyên Boko Haram li Nîjeryayê 15 kes kuştin
Çeteyên Boko Haram êrîş birin ser gundekî li bakurê rojhilat ê Nîjeryayê û herî kêm 15 kes kuştin. -
Nûnerên NATO û Rûsyayê li Brukselê li hev civiyan
Nûnerên Rûsya û NATO ku ji ber peymana li ser çekên nukleerî (INF) di nava rewşeke nakok de ne, li Brukselê li hev civiyan û li ser tetbîqatên leşkerî yên dema bê axivîn. -
Brîtanya: Xetên ragihandinê yên dîplomatîk ne ewle ne
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hûnt ku di navbera welatê wî û Rûsyayê de krîza ajan û îstîbaratê heye, diyar kir ku ji bilî hin welatên hevalbend, axaftina bi telefonê ewle nîne. -
Macron: Rewşa li Ewropayê dişibe ya salên 1930'î
Serokkomarê Fransayê bal kişand ser hêza ku tevgerên populîst û neteweperest li welatên Ewropayê bi dest xistine û hişyarî da ku ev yek dişibe rewşa salên 1930'î. -
Awûstûrya ji Tifaqa Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî vedikişe
Hikumeta Awûstûryayê ku FPO a rastgiriya tund şirîkê koalîsyonê ye, ragihand ku xwe ji tifaqa Neteweyên Yekbûyî ya li ser koçberiyê vekişandiye. -
Konseya Ewropayê piştgiriyê dide qedexeya li ser madeyên plastîk
Welatên Yekîtiya Ewropayê ragihandin ku ew destekê didin telîmata ji bo qedexekirina berhemên plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn. -
Swîsre wê çekan nefiroşe welatên ku şerê navxweyî lê diqewime
Konseya Federal a Swîsreyê, pêşnûme qanûna ku firotina malzemeyên şer ji bo welatên şerê navxweyî lê heye, ya jî hevparê şerê li derveyî sînorê xwe ye qebûl dike, red kir. -
Li Kifriyê 4 endamên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Li Başûrê Kurdistanê li herêma Kifriyê hêzên pêşmergeyan û koalîsyona navneteweyî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek li dar xistin. Di operasyonê de herî kêm 4 endamên DAÎŞ’ê hatin kuştin. -
Di konferansa Ûrban 20’ê de banga Peymana Avhewayê hate kirin
Li Arjantînê di Konferansa Ûrban 20’ê de bang li welatên mezin ên cîhanê hate kirin. Di konferansê de hate xwestin ku divê tevdîrên ji bo germahiya global roj berî rojekê werin pêkanîn. -
Li Elmanyayê mûçeya asgarî tenê 35 sent hate zêdekirin
Li Elmanyayê hikumetê derbarê mûçeya asgarî de ya ku bi milyonan kesan eleqedar dike, zêdebûneke pir biçûk kir. -
'Nûçegihan'a ku pehîn li penaber dayî bêsûc e!
'Nûçegihan'a Macar Petra Laszlo ku sala 2015'an pehîn li penabera dest bi zarok dayî, 'bêsûc' hate dîtin. -
Helîkoptereke leşkerî kete xwarê: 25 kes mirin
Li bajarê Farahê yê li rojavayê Afganîstanê, ji ber ketina helîkoptereke leşkerî 25 kes mirin. -
Bolsonaro biryardar e ku şidetê berbelavî her kesî bike
Serokkomarê nû yê Brezîlya Jaîr Bolsonaro yê nîjadperest, dijminê jinan û dîktator got ew ê hilgirtina çekan a li gel her kesê serbest bikin.