CÎHAN
Hemû Nûçe
-
NY’yê ji bo Hûdeydeyê banga agirbestê kir
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Hûdeyde ya bajarê peravê yê Yemenê ku şer di navbera hêzên hikûmetê ku Koalîsyona Ereb piştgirî dike û hêzên Hûsî de diqewime daxwaza agirbestê kir. -
Komên Filistînî agirbest îlan kirin
Komên Filistînî ku Hamasiyên li Şerîda Xezeyê li ser desthilatê ne jî di nav de ne, bi Îraîlê re agirbest îlan kirin. Agirbest bi nêvbeynkariya Misirê pêk hat. -
Trûmp rexne li Fransayê kir
Serokê DYA'yê Donald Trûmp li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi zimanekî tund rexne li Emmanuel Macron anî. -
DAÎŞ'ê li Enbarê êrîş kir: 9 kes mirin
Çeteyên DAÎŞ'ê li navenda navçeya Germe ya bajarê Enbar ê Iraqê êrîş birin ser hêzên Heşdî Şabî. Ji ber êrîşê 9 endamên Heşdî Şabî mirin ku yek jê fermandar e. -
Şewata li Kalîforniyayê: Hejmara miriyan bû 44
Hejmara mirovên ji ber şewata li eyaleta Kalîforniya ya DYA'yê mirin bû 44 kes. Qadeke daristanî ya ji 45 hezar hektarî û nêzî 7 hezar xanî şewitîn. 200 kes jî hîn winda ne. -
Elmanya dixwaze penaberên Sûriyeyê vegerîne!
Ligel ku şerê li Sûriyeyê neqediyaye û îstîkrar pêk nehatiye, hikumeta Elmanyayê ya federal şandina penaberên ji Sûriyeyê xist rojeva xwe. Hikumet ew ê piştî rapora Wezareta Karê Derve biryara xwe bide ya ku ew ê di dawiya vê mehê de were amadekirin. -
Li Misirê pisîk, mar û kêzikên mûmyakirî hatin dîtin
Li Misirê cara pêşîn mûmyayên pisîk, mar û kêzikan hate dîtin ên ku 6.600 sal berê hatine mûmyakirin. -
Ji ber zatûreyê dibe ku 11 milyon zarok bimirin
Li gorî saziyên alîkariyê yên navneteweyî, eger tedbîr neyê girtin wê heta sala 2030'î 11 milyon zarok ji ber zatûreyê bimirin -
Balafirên Îsraîlê bombe li avahiya El Aksa TV’yê barandin
Balafirên şer ên Îsraîlê bombe li avahiya televîzyona El Aksa ya girêdayî Hemas a li Xezeyê barandin. -
Di şewata Kalîforniyayê de nêzî 200 kes winda ne
Bi baya zêde re şewata daristanan a li eyaleta Kalîforniya ya DYA’yê derketî her diçe belav dibe, hate ragihandin ku nêzî 200 kes winda ne. Hejmara kuştiyan jî derket 31’î. -
Li gorî ÛAEK’ê Îran li gorî peymana nukleerî tev digere
Li gorî rapora 3 mehan a Saziya Enerjî û Atomê ya Navneteweyî (ÛAEK) parvekirî, ragihand ku rejîma Îranê hê li gorî peymana nukleerî ya sala 2015’an a li Viyanayê îmzekirî tev digere. -
Li Efganistanê êrîşa xwekujî: 6 mirî, 20 birîndar
Li paytexta Efganîstan Kabûlê, dema ku zextên Talîbanê yên li gelê Hazara dihate şermezarkirin, êrîşeke xwekujî hate kirin. Ji ber êrîşê herî kêm 6 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn. -
Şerê li Hûdeydayê dewam dike: 142 kes mirin
Li bajarê Hûdeyda yê Yemenê di şerê 24 saetên dawî de 110 milîsên Hûsî û 32 leşkerên alîgirê dewletê mirin. Ji destpêka Hezîranê û vir ve herî kêm 600 kes şer de mirine. -
Ji ber şewata li Kalîforniyayê 31 kes mirin
Şewata li daristanên bakur û başûrê eyaleta Kalîforniyayê derket belav dibe. Heta niha herêmek ji 80 hezar hektarî û 7 hezar avahî şewitîne. Ji ber şewatê herî kêm 31 kes mirin. -
Îranê 22 kesên din îdam kir
Îranê 22 kesên din îdam kir. 22 kes bi îdîaya ku tevlî êrîşa li bajarê Ahwazê bûne hatibûn girtin. -
Iraq naxwaze ambargoya DYA'yê ya li ser Îranê bandorê li wan bike
Serokkomarê nû yê Iraqê Berhem Salih ji DYA'yê xwest, dema ku ambargoya li ser Îranê xist meriyetê, krîza siyasî û aborî ya li Iraqê bibîne. -
12 welatan piştgirî dan pêşniyara RSF'ê
12 welatan destek dan pêşniyara "peymana nûçe û demokrasiyê" ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF). -
Li Xezayê operasyona Îsraîlê: 6 kes mirin
Artêşa Îsraîlê êvara Yekşemê li Xezayê operasyonek kir û ji ber operasyonê şer derket. Di operasyonê de 6 kes mirin ku yek jê rayedarekî leşkerî yê Hamasê ye. -
Şerê Hûdeydeyê bandorê li jiyana sivîlan dike
Hate ragihandin ku operasyona hêzên hikumetê ya ku Siûdî Erebîstan piştgirya wan dike ya li bajarê Hûdeyde yê rojhilatê Yemenê li ser jiyana sivîlan gefeke mezin çêdike. -
Li navenda Efganistanê şer: Bi dehan kes mirin
Li Eyaleta Gaznî ya navenda Efganistanê tê îddîakirin ku di çend rojên dawîn de şerên etnîk tê kirin. -
Li Hudeydayê şer vê sibe dîsa dest pê kir
Li Hudeydayê ya Yemenê şerê kuçeyan vê sibehê dîsa dest pê kir. -
Hejmara mirovên ji ber şewata li Calîfornîayê mirin bû 25 kes
Hejmara mirovên ji ber şewata li Calîfornîayê mirin, zêde bû. Li gorî agahiyên dawî, 25 kes mirine. -
Elman dixwazin li şûna Merkel dîsa jinek bibe seroka CDU'yê
Piştî Angela Merkelê eşkere kir ku êdî ji bo serokatiya partiya xwe nabe namzet, li gorî anketekê Elman dîsa dixwazin jinek bibe seroka CDU'yê. -
Di navbera DYA û Fransa de nakokiya 'tehdîdan'
Di navbera serokên Fransa û DYA ya ku wê îro li Parîsê li hev kom bibin, ji ber gotinên Macron ên mijara gefên artêşa YE û Amerîkayê nakokî derketin. -
Li Urdunê lêhî rabû: Bi kêmanî 9 kes mirin
Li Urdunê ji ber barana piştî du hefteyan bi şûnde dîsa bi dijwarî barî, bû sedema rabûna lêhiyê. Di encama lêhiyê de bi kêmanî 9 kes mirin.