CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Trûmp: Baca li ser malên Çînê wê neyê kêmkirin
Serokê DYA'yê Donald Trûmp diyar kir, di mijara baca gumrukê ya li ser malên ji Çînê tên kirîn, wê bi ya xwe bike û ji rêya xwe venegere. -
Elmanya jî wê Peymana Koçê ya Neteweyên Yekbûyî qebûl bike
Peymana Koçê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku DYA û gelek welatên Ewropayê li ber rabûn, tê gotin wê ji aliyê hikumeta Elman ve jî bê qebûlkirin. -
Ûkraynayê rewşa awarte ragihand
Li Ûkraynayê ku hindik maye bi Rûsyayê re bikeve şer, parlamentê ji bo 30 rojî rewşa awarte ragihand. -
Pênc welatan ji bo ‘Tengava Kerçê’ bang li Rûsyayê kirin
Pênc welatên ku endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ne bang li Rûsyayê kir ku bila derbasbûna ji Tengava Kerçê pêk bîne. -
Li Somaliyê li sûkê teqînek çêbû: 7 kes mirin
Li paytexta Somalî Mogadîşûyê, wesayiteke bombebarkirî li nava sûkê teqiya. Herî kêm 7 kes mirin. -
8'ê Adarê wê li Berlînê betlaneya fermî be
Hikumeta Eyaleta Berlînê ku ji Partiya Çep, SPD û Partiya Keskan pêk tê, biryar dan ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bibe betlaneya fermî be. -
Rûsyayê dest danî ser sê keştiyên şer ên Ûkraynayê
Aloziya di navbera Rûsya û Ûkraynayê dîsa zêde bû. Rûsyayê li Behra Reş sê keştiyên şer ên Ûkraynayê desteser kir. Ew ê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bicive. -
Talîbanê kemîn danî ber polîsan: Herî kêm 22 kes mirin
Li eyaleta Ferah a li rojavayê Afganîstanê, tevgera Talîbanê kemîn danî ber polîsan. Di êrîşê de herî kêm 22 polîs hatin kuştin. -
Balafirên şer ên Rûsyayê bombe li Îdlibê barand
Rûsya bi balafirên şer li Îdlibê xist. Hate ragihandin ku di bombebaranê de çete bûne hedef yên ku li Helebê çekên kîmyewî bi kar anîne. -
DAÎŞ'ê li Mûsil û Anbarê 4 polîs kuştin
DAÎŞ'ê li herêmên Mûsil û Anbarê yên Iraqê êrîş anî. 4 polîs hatin kuştin û 6 jê birîndar bûn. -
DYA û Meksîkayê li ser koçberan li hev kirin
Tê gotin, Meksîka û DYA'yê li ser rewşa penaberên li Meksîkayê ne û dixwazin serlêdana penaberiyê li DYA'yê bikin, li hev kirine. -
Li Misrê 2 gorên ji dema Fîrewn hatin dîtin
Li Misrê goreke nû ya ji serdema Fîrewnê destpêkê hate dîtin. Gor li rojhilatê Çemê Nîlê, li nêzî Newala Qralan a li Lûxorê ye. -
Di çalakiya ‘Êlek Zeran’ a li Parîsê de şidet hate bikaranîn
Çalakiya ‘Êzek Zerkan’ ên ji dawiya hefteya borî ve li Fanasayê destpê kir, îro jî dewam kir. Polîsan êrîş bire ser çalakiyên li derdora qesra Serokkomariyê ya li Parîs û Champs-Eyleseesê. -
Li Iraqê ji ber lêhiyê 10 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku ji ber lêhiya li welat 10 kes mirîn û 22 kes jî birîndar bûne. -
Vegerandina dîroka Efrîkî ya ku hatiye dizîn tê gotûbêjkirin
Gotûbêja li ser vegerandina bi deh hezaran berhemên dîrokî û çandî ku Fransayê ji welatên Efrîkî yê ku mêtinger kiribûn û ew desteser kiribûn, dibe ku li gelek welatên Ewropî biryareke wiha bi xwe re bîne. -
Cureyê dînazorê 225 mîlyon salî hate keşfkirin
Li nêzî bajarê Agûdo yê eyaleta Rîo Grande do Sûl ê Brezîlyayê fosîlên girêdayî cureyê dînazorê ku beriya 225 mîlyon sal jiyayî hate dîtin. -
Li Lîbyaye zêdetirî 15 hezar koçber paş ve hatin şandin
Hate ragihandin ku li Lîbyaya ku şerê navxweyî hê lê didome, di encama bazara koçberan a Yekîtiya Ewropayê (YE) de bi hezaran kes ji bo Efrîqa û welatên Asyayê paş ve hatine şandin. -
Li dijî artêşa Efganistanê êrîş: 9 mirî, 22 birîndar bûn
Di teqîneke li mizgefteke ya artêşa Efganistanê de 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn. -
Li Pakistanê ji ber êrîşa xwekujî 31 kes mirin
Di êrîşa xwekujî ya li bakur-rojhilatê Pakistanê de 31 kes mirin û herî kêm 50’î kes jî birîndar bûn. -
Boko Haram dîsa êrîş kir
Çeteyên Boko Haram ku êrîşên xwe yên li Nîjeryayê mehên dawî zêde kirin, bi dehan gundî revandin. -
Fransa wê enerjiya xwe ya dikare bê nûkirin, zêde bike
Li Fransayê ku hefteyeke ji ber buhayê sotemeniyê xwepêşandan tên lidarxistin, hikumet dixwaze di sotemenî û elektrîkê de para enerjiya dikare bê nûkirin, zêde bike. -
800 koçber hatin rizgarkirin, gelek koçber winda ne
Ji koçberên ku ji welatên Afrîkayê berê xwe dan Ewropayê, 800 kes hatin rizgarkirin, lê herî kêm 14 koçber li Derya Spî 'winda' bûn. -
Li Tûnûsê karmend ketine grevê
Li Tûnûsê ji şeş paran parek jê karmend in û ew jî îro ketibûn greva giştî. Karmendan xwestin ku bila meaşê wan were zêdekirin û ji bo hilbijartinan pêş jî peyam dan. -
Şerê bazirganiyê yê Sirbîstan-Kosovayê
Piştî ku Kosova nekarî bibe endamê Interpolê, aloziya navbera Sirbîstan û Kosovayê li qada bazirganiyê jî der bû. -
Têkçûna mirovahiyê: Dibe ku 85 hezar zarok li Yemenê miribin
Saziya civaka sivîl a bi navê Save The Chîldren (zarokan biparêze) ragihand, di şerê navxweyî yê Yemenê de dibe ku 85 hezar zarokên ji 5 salî biçûktir, ji ber nexweşî ya jî birçîbûna miribin.